Nivîsar

Propagandeya bê wate tenê zererê dide xweyê xwe

 

Gelek cara di siyasetê de hinek tenê ya dilê xwe dibêjin û hinek jî rastiya heyî û bûyeran dinirxînin . Lê ya girîng ewe ku mirov di herdu halan de jî objektîf be. Rastiya heyî bêje. Dema ev yek neyê kirin, mirov zanebûn yan ne zanebûn, perdeyek reş dikşêne li ser dîroka bihûrî. Dema siyasetmedarekî îro tiştekî bêje, lê berê li dijên gotinên xwe di partiya xwe de tevgerabe, divê ew gotinên niha dibêje rast bêne xwendin.

Ji Basnewsê Rûken Xatûn Turhallî li gel hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş hevpeyvînek kiriye û li ser hinek gotinên Demirtaş di Basnewsê de nirxandinek kiriye.

Nivîskar behsa pêwendiya Demirtaş û serok Barzani kiriye. Herweha li ser xebata yekitiyek netewî nivîskar bi vî awayî behsa Demirtaş dike: Selahedîn Demîrtaş behsa xebata Serok Barzanî bo pêkanîna yekitiya netewî ya kurdan kiriye û gotiye: “ Wî bo yekitiya netewî gelek xebat kiriye. Ez rica dikim bila dest ji wê yekê bernede û baweriya xwe li hember ruhê yekitîyê ji dest nede. Ez daxwaza tenduristî û serkeftinê jê re dikim.“

Niha li vê derê mirov pêwist dibînê ku, nirxandinekî li ser vê gotina Demirtaş bike. Ji bo yekitiyek netewî Barzanî gelek xebatek hêja kiriye û ev armancek herî sereke ya Barzani bû. Li ser vê yekê ji bo kongreyek netewî xebat hate kirin, PKK û HDP jî di nav de çend civîn hatin kirin. Lê mixabin ji bo helwesta PKK û HDPê ev kar têkçû. PKK/HDP li gel serok Barzani ev yek nekirin û hewl dan ku wek sistema xwe vê yekê bi hevserokatî û li gora berjewendiyên xwe avabikin. Lê nebû. Di wê demê de Demirtaş hevserokê HDPê bû. Gelo ji bo çi role xwe neleyzt. Ji bo çi partiya wî û PKKê ev xebata pîroz ya Barzani sabote kirin? Kesek van pirsa nake û vê yekê nayne rojevê.

Ji aliyek din PKK/HDP xwe wek rêxistinek netewî ya kurda nabîne. Gelo dê ew alî û kesên xwe wek rêxistinek netewî nebînin û li gora wê tevnagerin ,  çewe behsa Yekitiyek Netewî dikin.  Armancên serok Barzani ji yekitiya Netewî ewe ku, kurd hemû li her beşên Kurdistanê bikaribin werin ba hev yekitiyek netewî ku armanca wê Kurdistanî be, serxwebûna Kurdistanê armanca dawî be û berjewendiyên kurd û Kurdistanê li ser her tiştekî re bigre, bête avakirin. Lê armancên Demirtaş û partiya wî ji van daxwazan gelek dûr e. Heta li dijê van daxwazan derdikevin.

Di rastiya xwe de, hinek nivîskar wek vê xanimê dema behsa siyaseta Demirtaş dikin, ew ji bîr dikin ku Demirtaş serokê HDPê bû û li gora siyaseta ku li dijê mafên rewa yên gelê Kurdistanê û taybetî li dijê Barzani tevdigerana.

Gelo ev bi zanebûn propaganda PKK/HDPê dikin yan rastî bi komleksek siyasî vê yekê dikin. Mimkine Demirtaş wek kesayet başbe, insanek kurd be û kurdperwerek hêja be. Lê di siyasetê de ev ne bes e. Siyaseta Demirtaş rêve dibe, partiya ku serokatiya wê kirî û tevgera wî ya siyasî girîng e. Demirtaş gerek li gora vê bê nirxandin.

Gelo bila pirsek ji Demirtaş kirîbûna ku, ew û partiya wî ji Yekitiya Netewî çi fam dike? Heta niha ji bo çi li bakurê Kurdistanê, HDP yekitiya hinek aliyên çepên Tirk tercihê aliyên Kurdistanî dike? Eger em bersiva van pirsan di rastiyê de nebînin , behsa çi bikin valaye.

Heman siyaset îro li rojavayê Kurdistanê tê rêvebirin. Başa Demirtaş di derbarê siyaseta ku PYD li rojavayê Kurdistanê rêve dibe çi dibêje?

Divê dîtina hinek kesayetên siyasî piralî bête nirxandin. Nabe bi tenê hissî û ji rastiyê dûr bûyer û gotin bêne nirxandin û propagandeyek bê wate bê wate bête kirin.

3.5.2019

Dara Bilek

Back to top button