Ajansa parastina sînorên Yekitiya Ewropa (Frontex) ragehand, 1700 koçberên Iraqî yên ku derbasî Polanda bûne dê paşde bên vegerandin.
Ajansa Frontex ragehandiye, derdora 1700 koçberên Iraqî, ku beşek mezin ji wan kurd in û xelkê Herêma Kurdistanê ne, bi qaçaxî û bi rêya Belarûs re derbasî Polanda bûne.
Frontex daye zanîn jî, ewê tevahiya wan koçberan dîsa vegerînin welatê xwe.
Wê ajansê bang li komîsyona Yekitiya Ewropa kiriye hikûmeta Iraqê razî bike da ku wan koçberan werbigire da ku ew geştên vegerandina wan organîze bikin.