Polîtburoya YNK-ê civîna xwe ya yekem kir
Di civîna yekê ya polîtburoya YNK’ê ya îro de desteya kargêriyê hate hilbijartin û berpirsên jimareyek buroyên YNK’ê jî hatin diyarkirin.
Civîna yekê ya polîtburoyê bi serokatiya Mam Celal li baregeha wî ya li Silêmaniyê bi rê ve çû û di civînê de Mela Bextiyar wek berpirsê desteya kargêriyê, Omer Fetah û Qadir Hemecan Ezîz jî wek endamên desteyê hatin hilbijartin.
Her weha di civînê de Îmad Ehmed wek berpirsê buroya rêxistinê hate destnîşankirin û du endamên serkirdayetiyê jî dê bibin cîgirên wî. Xatûn Wesfiye Benî Weys jî wek berpirsa Buroya Şehîdan û Cemîl Hewramî jî wek berpirsê buroya xizmeta pêşmerge û têkoşêrên dêrîn hatin diyarkirin.
Di civînê de biryar hate dayîn ku buroya peywendiyên derve ji çend beşan pêk were. Ji bo vê yekê jî Şalaw Elî Eskerî bû berpirsê beşa derve, Mehmûd Hacî Salih bû berpirsê beşa Kurdistanê û Firyad Rewandizî jî bû bepirsê beşa îraqî û niştîmanî. Di heman demê de Dr. Necmedîn Kerîm jî bû serpereştiyarê giştî wê wê wê bûroyê.
Di civînê de Şoreş Îsmaîl wek berpirsê buroya hilbijartinê, Aso Almanî wek berpirsê buroya çavdêrî û pişkinînê û Hamîd Hacî Xalî jî wek berpirsê buroya civakî hate destnîşankirin. Her yek ji Ferîd Eseserd wek berpirsê buroya hoşyarî û pêgihandina kadroyan û xatun Perwîn Pişderî jî wek berpirsa dezgeha çavdêriya darayî hate destin destnîşankirin.
Biryar e di civîna bê a polîtburoyê de biryar li ser buroyên ragihandin, saziyên demokratîk û buroya darayiyê bê dayîn.
(Pukmedia)