Polîtîk

Aktar: bila şer bisekine

Serokê Baroya Diyarbekir M.Emîn Aktar, li Diyarbekir konferansek rojnemevanî saz kir. Aktar ragihand ku, divê ev şerê heyî bisekine. Aktar bal kişand li ser bûyerên vê dawiyê û geşbûna şer. Aktar gote ku,divê hukumet bernameya xwe ya vekirina demokratîk bibêje û gavên pratîk bavêje.

Berdawbûna daxûyaniya xwe de Aktar got, ji bo ku pirsgirêka kurd di rewşeke aram de bê nîqaşkirin û çareseriyên baş bên dîtin divê di cêh de operasyon bên rawestandin û PKK agirbestekê îlan bike, Aktar got ku baweriya wan tuneye ku pirsgirêka kurd bi rêya çekan û bi tundî bête çareserkirin.

Aktar ji raya giştî re da xuyakirin ku, ji serê meha hezîranê ve pevçûnan dest pê kiriye, tundî neteweperestiyê gur dike û cudabûnê di navbera gelan de xurt dike. Tundî astengên mezin di rêka çareseriya pirsa kurd de peyda dike.

Back to top button