PKKê hêzeke biyanî ye hatiye Şingalê û hukumeta Iraqê pera dide wan

Êzidî dibêjin, PKKê hêzeke biyanî ye û hatiye Şingalê û Hikûmeta Iraqê mûçeyan dide wan. Herwiha dibêjin, me ji nûnerên welatan û konsulan re gotiye ku Bexda pereyan dide PKKê û ev karê Iraqê nedisturî ye.Çavdêrekî siyasî ku nexwest navê wî bê eşkerekirin ji malpera KDP.info re ragihand: “Dijmin dixwaze li hemû eniyan lîstikên xwe bike, ew jî tenê bo ku pêvajoya referandumê jinav bibe û tevliheviyê bîne navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê de. Ev jî pilaneke Hikûmeta Iraqê ye ku PKK aniye wan cihan û pereyan dide wan û hin êzdî jî xistiye destê PKKê de da ku pirsgirêkan derxînin.”Qayîmqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha dema avakirina Şingalê ye. Duhî berxwedan û îro avakirin û sibe jî pêkvejiyan e. Her kesek ku rêgiriyê ji avakirinê re bike dê li hemberî dîrokê şermezar bibe û tawanbar e. Me ji hemû aliyan û ji konsulên welatan re ragihand ku PKKê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve alîkariya wê tê kirin û ne di berjewendiya Şingalê de ne û ew alîkariya Bexdayê nedesturî ye, ji ber ku yê ku bergirî li Şingalê dike tenê Hêzên Pêşmerge ye û bi xwe jî Şingal rizgar kirin û wa ava jî dikin. Lê ji ber PKKê xelkê Şingalê ditirsin vegerin ser mal û hale xwe.”Xelîl wiha got: “Eger Hikûmeta Iraqê xemxurê Şingalê ye, baş e çima ev 3 sal in ku budceya Şingalê qut kiriye . Niha li Şingalê fermandeyek baş hatiye damezrandin û hemû jî xelkê Şingalê ne û heta 8 hezar xortên êzdî tê de ne û ew hêz li ser daxwaza xelkê Şingalê û bi piştevana Serok Barzanî ye û ser bi Wezareta Pêşmerge ve ye, vêga bila xelkê Şingalê ligel wê hêzê bin û beşek bin ji Herêma Kurdistanê.”Ji aliyê xwe ve, Kesayetiya diyar a kurdên êzdî û Qayîmqamê berê yê Şingalê Meyser Hacî ji malpera KDP.info re ragihand: “Bila Hikûmeta Iraqê û aliyêniraqî yên ku dixwazin alîkariya Şingalê bikin, hevahengiyeke baş ligel Hêzên Pêşmerge bikin û hêzeke din li Şingalê ava nekin. Pêwîstiya Şingalê ne bi Heşda Şeibî û ne jî bi Artêşa Iraqê tune ye.”Meyser Hacî wiha got: “Me wek xelkê Şingalê pêwendî bi kesayetiyên Şingalê û xelkê wê re kiriye û em dibêjin PKK hêzeke biyanî ye û ji derve hatiye Şingalê û nabe em bikevin bin bandora wê de û xelkê me dixwazin ligel Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bin.”Fermandarê Pêşmergeyên Êzdî Qasim Derbo ji malpera KDP.info re ragihand: “Em dizanin ku Bexda alîkariya PKKê dike û çekan dide wan û mûçeyê 1000 şervanî jî ji wan re dişîne û ew di nav xwe de bi ser 1500 kesî de dabeş dikin. Gelek caran em ji Bexdayê re dibêjin ku ne alîkariya wanbikin û ne jî alîkariya me bikin û nabe hûn malê me bidin xelkê. Ji ber ku Sûriye û Tirkiye cihê wan hêzan e, ne Şingal. Şingal Kurdistanî ye û her Pêşmerge wê diparêze û Iraq heta niha ti alîkarî ji me re neşandiye. Tenê Hikûmeta Kurdistanê û Serok Barzanî piştevaniya me dikin û alîkariya me dikin.”

Nerîna min :