CîhanCivak

Parlementerên Norvec serdana Kurdistanê kirin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Anîken Hîwtfeldt seroka komîteya karûbarên derve û bergiriyê li parlamentoya Norvejê û şandeya pê re ku, ji hijmareke parlamenterên partiyên siyasiyên cuda yên nav parlamentoya Norvejê pêkhatibû, kir û di civînekê de şandeya mêvan kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da.Şandeya mêvan helwesta  xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand ku tevî cenga dijî DAÎŞê, xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi baştirîn awayî aramî û ewlekarîya herêmê parastiye û pêşwazî li hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan kiriye, hewandine û xizmetgozariyên pêwîst jê re dabîn kirine.Şandeya parlamentoya Norvejê diyar ku ku wan di çarçoveya serdanan xwe ya bo Herêma Kuridstanê de serdana wan bingehên meşiq û rahînanê yên ku efserên bitecrûbeyên Norvejê meşiq û rahînanê bi hêzên pêşmerge dikin, kiriye û kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftina asta bilinda Pêşmerge nîşan da û tekîd li ser wê yekê kir ku welatê Norvejê di şerê dijî DAÎŞê de dê li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê  berdewam be, û di heman demê de serkeftinên berdewamên Pêşmerge bi ser terorîstên DAÎŞ de bilind nirxandin.Nêçîrvan Barzanî  sipasiya xelk û hikûmeta Norvejê kir ji bona wê kevkarî û alîkariyên berdwam yên  pêşkeşî Pêşmergeyê Kurdistanê dikin û bi taybetî ku hijmarke şareza û pisporên arteşa Norvejê li bingehên meşiq û rahînanê bi dilsozî meşiq û rahînanê bi hêzên Pêşmergeyê Kurtdistanê dikin. Barzanî hêvî xwest ku di warê leşkerî û însanî de civaka navdewletî zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike ku her ji sala 2014ê were hikûmeta federala Îraqê bi biryareke siyasî budceya Herêma Kurdistanê qut kiriye.Serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û ew pirsgirêkên vê dawiyê di navbera aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê de çêbûne kir û hêvî kir ku parlamentoya Norvejê  di warê çareserkirina wan nakokiyan de alîkariya Herêma Kurdistanê bike.Rewşa Rojhilata Navîn bi giştî û rewşa Îraq û herêma Kurdistanê bi taybetî, rewşa deverên li jêr destê DAÎŞê, bi taybetî rewşa bajarê Mûsilê ku nêzîkî herêma Kurdistanê ye û kar û çalakiyên revnda kurd li Norvejê hin mijarên din yên civînê bûn.
Back to top button