Polîtîk

PKKê heta 15ê xizîranê agirbesta yekalî dirêj kir

Berpirsê ragehandina Hêzên Parastina Gel (HPG) Dozdar Hemo ragehand ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi mebesta çarserkrina pirsa kurd bi gotûbêj û rêyên aştiyane agirbesta yekalî heta 15ê xizîrana îsal dirêj kiriye.

Derbarê dirêjkirina agirbestê de Dozdar Hemo bo Rûdawê axifî û got:

– PKKê doh (08.04.2011) bi mebesta çerserkirina pirsa kurd li Tirkiyê ji aliyê hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan ve, agirbesta xwe ya yekalî heta 15.06.2011ê dirêj kir. Piştî heyvekê şikandina agirbestê dîsan wek agahdarkirina Tirkiyê bo çarserkirina pirsa kurd bi awayekî aştiyane me agirbest dirêj kir.

PKKê ji asal rabirdû ve 8 mehan agirbesta yekalî ragehand û heta destpêka meha borî berdewam bû. Mebesta agirbestê jî çarserkirina pirsa kurd bû li Tirkiyê bi rêyên aştiyane û gotûbêjan.
Dozdar Hemo wiha axifî:

– Di dema agirbesta yekalî ya PKKê de em tu çalakiyan nakin, lê ger hêzên çekdar ên Tirkiyê opoerasyonan bikin emê jî berevaniyê li xwe bikin. Evna jî mafê me ye dema êrîş werin ser me em xwe biparêzin. Ji bo em mafê kurd bidest bixin em dixwazin pirsa kurd bi gotûbêj û rêyên aştiyane were çarserkirin. Lê belê ger hikûmeta Tirkiyê bi gotûbêjê ew pirs çarser nekir, wê demê mafê me ye bo serkeftina gelê kurd çalakiyan bikin û ji bo serkeftinê têbikoşin.

Dozdar Hemo axaftina xwe wiha bi dawî anî:

– Baweriya me ew e di pêşerojê de Tirkiye bighe qenaetekê ku bi gotûbêjê pirsa kurd çarser bike û mafê Kurd bide, loma me agirbest dirêj kir.

Back to top button