Îroj

9'ê Avrêl

9’ê Avrêl

Di sala 1992’an û di rojekî wekê îroyê de  Kovara ‘TEWLO’ dest bi weşanê kir.

Tewlo yekemîn kovara qerfî ya kurdî li Bakurê Kurdistanê bû.

Tewlo di 9’ê avrêla 1992yan li Stenbolê dest bi weşanê kir. Xwediyê imtiyazê yê kovarê Serhat Bucak, berpirsê nivîsan Tarık Tolunay, dernênerê qerfê jî Xelîl Ziravav (Halil İncesu) bû. Kovar piştî 13 hejmar belav bû û piştre di 2’ê tîrmeha 1992yan hate girtin. Tewlo pir kêm cih dida zimanê tirkî jî.

Di nav nivîskar û xêzkarên kovarê Dogan Guzel, Mümün Durmaz, Seydoş Xirabxoş, Can Baytak, Selim Canhiraş, Burcu Durusu, Luis Garcia, Musa Anter û İsmail Beşikçi cih digirtin.

Piştî Tewloyê di sala 1999an kovara qerfî Pîne dest bi weşanê kir.

Back to top button