CivakRojev

PKKê binkeyê xwe nêzîk nexwaşxaneya Sinûnê daniye

Jin a çalakvan a kurd a êzdî aşkera dike, çekdarên PKKê li sînorê Şingalê binkeyekî xwe nêzîk nexwaşxaneyekî danîne û metirsiyê li ser jiyana hemwelatiyên sivîl çêdikin.

Çalakvana Jin Suham Seîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Xelkê nahyeya Sinûnê, encûmena gel a Sinûnê û Asayîşa Êzîdxanê agahdar kirine ku hêzên çekdarên ser bi PKKê bajar vala bikin. Ew hêzên çekdar binkeyên xwe nêzîk nexwaşxaneya Sinûnê danîne, gelek caran me daxwaz kiriye vala bikin û li bajar derkevin, lê dernakevin.’’

Herwaha got, duh li gel bombebarana Tirkiyê xelk zêdetir êdî aciz bûn. Ji ber zarokek bû qurbana siyaseta êzîdxan a PKKê û xelkê molet daye ku demekî nêzîk de wî binkeyê vala bikin.

Suham Seîd got: ‘’PKK li Sinûnê tenê ew binkeya asayîşê hebû, ji xelkê re gotine eger em sedem bin emê ji Şingalê derkevin, lê bawer nakim ji Şingalê derkevin. Ji ber eger çûban heta naha dê derketiban.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Li Sinûnê polîsê hatûçûnê yê PKKê heye, rawestekên wan hene, herwaha li Sinûnê binkeyê êzîdxan ê PKKê hebû û duh hate bombebaran kirin.’’

PKK û grubên girêdayî wê li sînorê Şingalê, binkeyên xwe di kolan û malên hemwelatiyan de danîne ku xelkê wek mertal bikarbînin û xwe ji bombebaranên Tirkiyê biparêzin. Ji ber wê jî gelek caran xelkê sivîl dibe qurban û mal û halên wan wêran dibin û koçber dibin.

Back to top button