Welatiyên Kurdistanê dibêjin PKK li Rojavayê Kurdistanê xedir li kurdan kir, navçeyên wan bi rêkeftin ligel muxaberatên Sûriyê wergirt, bê ku fîşekekê biteqînin û li Rojava şoreş nekirin û xwe bi ser xelkê de feriz kirin û bûn çaşê Esed li dijî serxwebûna kurdan. Kameran Ehmed ji parêzgeha Dihokê ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK li Rojavayê Kurdistanê xiyanet li kurdan kir, navçeyên wan bi rêkeftin ligel muxaberatên Sûriyê wergirt, bê ku fîşekekê biteqînin û li Rojava şoreş nekirin û xwe bi ser xelkê de feriz kirin û xelkê têkoşer kuştin û partiyên siyasî ji Rojava derxistin û dijayetiya wan kirin.” Ehmed wiha got: “PKK sîstema xwendina zarokan pir kiriye ji hizrê Markisî û Apoyî û niha xelkê Rojava ne ji tirsa DAIŞê lê belê ji ber PKKê navçeya xwe vala dikin. Xelk berê xwe didin Tirkiye û Ewropa û Herêma Kurdistanê. Herwiha PKK xiyanet li rêkeftinên Hewlêr û 2 û Dihokê kiriye .” Mesûd Şerevanî ji bajarê Dihokê ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK bûye egerê têkdana jiyan û jiyara xelkê Bakurê Kurdistanê bi heman eqliyeta terorîstan teqînan li Bakur dikin li dijî aramiya kurdan û nikarîne tenê bustek axa Bakurê Kurdistanê azad bikin û xwe bi çendîn pilanên şîeyan û Îranê girêdane bo dijatiya dewleta kurdî li Başûrê Kurdistanê.” Şervanî wiha got: “Siyaseta PKK û PYDê girêdayî ye bi siyaseta rêjîma Beşar Esed û Heşda Şeibî li dijî Serok Barzanî û hemû dizanin ku ne ji Serok Barzanî ba ticarî pêvajoya aştiyê nedihat îmzekirin.” Ehmed Gilî li Germiyan ji malpera KDP.info re ragihand: “Wek eşkere ye li cem Salih Mislim û hevalên xwe dare destê Beşar Esed in û bûne çaşê Esed li dijî serxwebûna kurdan û li gorî rêkeftina di navbera PKK û Esed navçeyên kurdî bo partiya Besê li Sûriyê kir. Cenabê Serok Barzanî gelekî hewl da ku heta aştiyê li Bakurê Kurdistanê bicîh bibe, lê PKK û bi fermana filan û filan ew aştî jinav Bextiyar Goran ji bajarê Hewlêrê ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK dive bizane li Rojavayê Kurdistanê ku nûneratiya xebata gelê kurd nake ew jî bi wê siyaseta xwe ya tekrewiyê û veqetandina navçeyên Herêma Kurdistanê xizmeta doza miletê Kurdistanê nake, lewma pêwîst e PKK dest ji siyaseta xwe ya ferizkirinê berde û hêzên xwe vekişîne cihên wan.”
Pêş
17/04/2024
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê kir
17/04/2024
Serok Barzanî cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzidî pîroz kir
Têkildar
Balkêş e ?
Close