Polîtîk

PKK, YNK û Goran li dijê dewleta Kurdî ne

Endamekî rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rexneyên tûj li YNK û Gorranê digire û dibêje, ew li hember gotinên hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bêdeng bûne. Endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnî, li ser gotinên hevserokê PYDê Salih Muslim, ku li bajarê Silêmaniyê û pêşberî rayedarên YNK û Gorranê gotibû “êdî dema dewleta kurdî derbas bûye û tekane hêviya kurd ew e ku vegere Bexdayê” ji BasNewsê re got, ez ji Salih Muslim dipirsim: Gelo me xwîna xwe ji bo wê rijandiye da ku em bibin xulamê biyaniyan? Gelo me xwîn daye da ku em armancên xwe bikin xewn û xeyal? Gotinên hevserokê PYDê him mirov dêşîne him jî mirov dixe nav gumanan. Elî Ewnî her wiha got, tiştekî sosret e ku ez dibînim YNK wan gotinan qebûl dike. Wisa xuya dike YNK, Gorran û PKK li Silêmaniyê ketine bin bandora Îranê. Ji bo ku dewleta kurdî neyê avakirin ji xelkê re dibêjin “kêşeya me kêşeya welatîbûn û demokratîkbûnê ye!” Di demekî de ku kêşeya me, xaka Kurdistanê û serdestiya dagîrkeran e. Wî rayedarê PDKê anî ziman ku ewên li dijî dewleta kurdî ne, sê pişk in: yan bûne peyayên dijmin, yan nezan in yan jî ji ber ku ev proje bi destê Serok Barzanî tê encamdan, dixwazin li dijî wê rawestin. Elî Ewnî gazî Salih Muslim jî kir û got, bila Salih Muslim baş bizane ewên ku tevlî PYD, YPG û PKKê bûne bi hêviya dewleta kurdî tevlî wan bûne. Lê niha rojane gelek kes ji ber vê hizra wan, ji wan vediqetin.Bas

Back to top button