Polîtîk

PKK xwedî li Mazlum Abdî dernakeve

Wezîrê Navxwe ya Tirkiyeyê Sûleyman Soylu dibêje Amerîka hewl dide Mazlûm Ebdî bike kesek yasayî lê PKK xwedî li Mazlum Abdî dernakeve.

Soylu ji rojnameya Hûrriyetê re axifî û da zanîn ko YPG ketiye bin kontrola Amerîkayê û Amerîka dixwaze Fermadarê Giştî yê Hêzên Suriyeya Demokratîk HSDyê Mazlum Abdî bike kesek yasayî. Lê di navbera rêveberiya PKKyê û Mazlum Abdî de nakokî-gijgijîn heye. Pêwîst bû PKK piştgiriya hewlên Amerîkayê ya ji bo Mazlûm Abdî bikira lê piştgirî nake û xwedî li Mazlum Abdî dernakeve. PKK nerazî ye, Amerîka di hemû operasyonên xwe yên li Suriyeyê de bi Mazlûm Abdî re danûstandin bike. Herwiha di dema operasyona Efrînê de PKKyê hemû hêzên xwe yên Qendîlê ji Efrînê vekişand û xwest ji şikestina Efrînê Mazlûm Abdî berpirsiyar bigre.

Back to top button