Nivîsar

PKK û sitratîjiya kuşinde

Kawêz Mela Perwêz Man û serweriya me girêdayî pêşmergeyên canfîdayî yên Kurdistanê ye. Hêzên Pêşmerge jî bo pîroziya ala Kurdistanê sembola niştimanekî ye, şer û cengê dike. Alayek ku dîroka vê neteweyî ye. Di ber de qurbanî dane, da ku bilind û hildayî bimîne.17ê vê mehê, xelkê Kurdistanê li Başûr û Bakurê bi eşkere û bi berfirehî ew roj pîroz kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî Komara Îslamî ya Îranê bi destê daplosênerên xwe, wek hercar rê neda wekatiyên Kurdistanê ku helkeftên xwe yên neteweyî pîroz bikin. Tişta ku sosret bû ku, li Rojavayê Kurdistanê PKKê di bin navê hêzeke din bi navê PYDê hakimê wê perçeya Kurdistanê ye, ne tenê rê neda xelkê Kurdistanê wê rojê pîroz bikin, lê belê bi qayimî sivkatî bi pîroziyên Kurdistanê kir.PKK wek çawa li Bakurê Kurdistanê ne xwedî rewangeheke zelal e, li Başûrê Kurdistanê jî bûye lîstika destê dewleteke herêmî bo têkdana rewşa vê perçeyê Kurdistanê û bo têkdan û zêdekirina tevliheviya navxwe di navbera hêz û aliyên siyasî de.Li Rojavayê Kurdistanê jî ku hakimê reha ye, bi tengkirina azadiyan û kuştinê û bi girtina rewşenbîran dest bi karê xwe kirin, herwiha derfeta karê partiyên siyasî û karê hevbeş nehiştin, bi awayekî ku ew hêz rewangehekî neteweyî û modêlekî hûkimranî nû pêşkêş nekir, lê belê di heman demê de bi guvaşên leşkerî çalakî li ser hêz û aliyên Kurdistanî yên Rojavayê Kurdistanê qedexe kirin. Herwiha zêrevanî ji partiya Baisê re dikir ku heta niha wan li navçeyên Kurdistanê diparêzin.Ala Kurdistanê, bilindtirîn sembola neteweyî û niştimanî ye, sivkatîkirin e bi dîroka pir qurbanî ya vê neteweyê, lewma ez dibînim ku PYDê li Rojava û PKKê li beşên din ên Kurdistanê şaşîtiyeke stratekî kuşinde dikin, dema bi rûqayîmî sivkatiyê bi sembola pîroz a neteweyî dikin, ku niha jî xwîn ji laşan derdikeve bo hildana wê, lê ev yek bê bac derbas nabe. 

Back to top button