Civata wezîrên herêma Kurdistanê cejna jidaykbûna hezretê Îsa Mesîh (silavên Xweda lê bin) û sersala nû ya zayînî bi germî li tev xûşk û birayên mesîhîyên Kurdistanê û tevaya mesîhîyên Îraq û cîhanê pîroz dike û hêvîdare ku, em hemû cejneke aram û bextewer derbas bikin.Ji kevin de mesîhî pêkhateyeke serekî ya Kurdistanê ne û bi azadî û aramî ola xwe peyrew kiriye û beşdariyeke giring di dîroka şaristaniya Kurdistanê û pêkanîna aşitiya civakî, pêkvejiyan û lêbihurînê li Kurdistanê heye, di bizava rizgarîxwaza Kurdistanê jî de xwediyên çendîn pêşmerge, şehîd û serkirdeyên mêrxas in, herwesa, ji destpêka damezrandina hikûmet û parlamnetoya Kurdistanê û di avakirin û bihêzkirina saziyên hikûmî, medenî û sîstema demokrasiya Kurdistanê de pêkhateya mesîhî roleke giring lîstiye.Ji bo herêma Kurdistanê şanaziye ku, niha li cîhanê bi herêmeke aram û bi hişara koçber û lêqewmiyên destê teror û şidetê tê naskirin, bi hezaran hevwelatiyên mesîhî ji ber gefên terorîstan û şideta mezhebî ji deverên din yên Îraqê pena bo herêma Kurdistanê anîye. Em hêvîdar in bi hîmeta pêşmerge û gelê xweragirê Kurdistanê û bi piştevaniya hevpeymanan û dostan dawî bi vê metirsiya karesatbar bê û tev koçber û penaber bo ser mal û milkên xwe bi dilek xweş vegerin.Careke din ev minasibeta şikomend li tev xûşk û birayên mesîhî pîroz be û hîvîdarîn ev cejin xweşî, îstîqrar û aşitiyê bo tev gelên cîhanê bîne û xûşk û birayên mesîhî û tevaya kurdistaniyan di cejnên bên de di bin siha serkeftina yekcarî, avadanî û şadiyê de pîroz bikinCivata wezîrên herêma Kurdistanê24,12,2015Hewlêr
Pêş
18/04/2024
Erdogan: Emê di nava rêxistina xwe de guhertinên pêwîst bikin
18/04/2024
Parlamentoya Hollandayê berdana Demirtaş û Kavala bi yekdengî qebûl kir
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rejîma Îranê ji xwîna Kurdan têr nabe17/04/2024