Şerê li Kurdistana Bakur şerê wêran kirina Kurdistanê ye

Li Kurdistana Bakur gelek navçeyan şer berdewam e. Doh li Misêrbînê qedexekirina derketina derve rabû. Bi gotinek din operasyon ji bo demekî be jî sekinî.Zêdetirî mehekiye di serî de Farqîn, Sûr a Diyarbekirê, Cizîr, Silopî, Gever, Misêrbîn û Kerboran şerek dijwar di navbera çekdarên PKKê û hêzên dewletê de berdewam e.PKKê li hinek deveran xweserî ragihand û çekdarên PKKêli kolanên van bajaran xendek kolan û dest danîn li ser hinek taxan. Dewletê jî bi tundî êrîşê van deveran kir û li van deveran hatin çûna xelkê qedexe kir.Hemwelatî man di nava du agiran de. Ji bilî aliyên şer dikin bi dehan xelkê sivîl hatin kuştin. Jin, zarok di nava kuştiyan de gelekin.Çekdarên PKKê cihên ku xendek lê kolan, gotin xelkê deriyê malên xwe negirin, li ber derê deriyê xelkê xendeq kolan û teqemenî lêcih kirin.Bi awayekî xwestin xelk bibe aliyek yê şer.Li himber vê yekê hêzên hukumetê bi giranî bi navê operasyonê êrîş birin ser van deveran, bi çekên giran û tanka ketin nava bajara, tişta kete pêşiya wan bû armanca tank û topan.Di vî şerî de xelkê ji malên xwe bar kirin,dibistan hatin girtin, kesekî nekarî dikanên xwe, cihê karên xwe vekin. Gelek nexweş ji bo negihandina xwestexana jiyana xwe ji dest dan. Hêdî li van deveran berdewambûna jiyanê nema.Xelkê ji malên xwe bar kirin, reviyan çun deverên din. beşek jî ji Kurdistanê derketin rêya bajarên Tirka girtin.Zêdeyî 300 hezar insan ji herêmê bar kir û koçber bû.Li himber van bûyeran HDP bê deng ma, li gora fermana Qendîl tevgera.Ji aliyek din Parlementerên HDPê, li parlementoya Tirkiye jiyana xwe ya siyasî berdewam dikin. Civînên parlementoyê ji aliyê parlementera HDPê ve tên rêvebirin.Nabê tu aliyekî dewletê rêve bibî û cakêtê dewletê li xwe bikî û ji aliyek din di şerê dijê vê dewletê de zarokên kurda bidî kuştin.Ev şer bû sedemek ku gelek bajarên Tirka xelkê êrîşê kurda kir. Hêdî jiyana kurda li gelek devera kete xeterê de.Ev şer ne şerê kurdaye. Şerek qirêje û dibe sedema malwêran kirina kurda.Dê encama vî şerî çibe, nayê zanîn.Aliyên siyasî, kesayet û rewşenbîrên ku rastiya vî şerî nebînê, yan jî nikare bêje , bi hem yan jî bê hemdê xwe dibin aliyek yê vî şerê qirêj. Nirxandinek/Rojevakurd

Nerîna min :