PKK û kêmkirina dengên HDPê
Cebar QadirEncamê hilbijartinên Tirkiyê bo piraniya aliyên siyasî û şirovekar û dezgehên rapirsiyan suriprîz bû, bi taybetî bo beşek ji aliyên siyasî û rewşenbîr û siyasetmedar û rojnamevanên Başûrê Kurdistanê, ku ji destpêkê de û di bin bandora hez û li gorî dilê xwe pêşbînî dikirin û digotin AK Partî dê rastî şikestineke mezin were û HDPê jî serkeftineke pir mezin bi dest bixe, ku ew pêşbînî bê xwendinên zanistî û lojîkî bo rastiya jiyana civakî û kilturî û siyasî ya nava Tirkiyê û pêkhateyên wê yên cuda bûn.HDP çi ji bîr kir?Dengên HDPê di hibijartinên 7ê Hezîranê de pêngavekî erênî û cihê dilxweşiya kurdan bûn, ji ber ku yekem derfet bû ku hatibû holê li wî welatî ku derfet dabû partiyekî kurdî ku bi eşkere biçe nav kêbirkiya partiyên siyasî û benda % 10 bişkîne. Bi piştrastî hewlên Serok Barzanî û serkirdatiya Başûrê Kurdistanê baştirîn hewl bûn bo destpêkirina diyalogê û aştiyê di navbera kurd û tirkan de, divê ew yek ji hizra me neçe ku baştirîn rewş bo geşekirinê aştî û aramiya siyasî û civakî ye, ji ber ku tek derfet e ku dikare beşekê ji mafên te bi dest bîne.Pirsek pir sade ew e ku çima welatiyan di hilbijartinên 7ê Hezîranê de dengê xwe dan HDPê, bersiva wê jî di 3 xalan de derdikeve:Yekem: Dana derfetekê bo hêzekî kurdî nû ku bihêz di jiyana civakî û kiltûrî û siyasî di wê civakê de beşdar be, herwiha hêzekî bi bandor be di pêkvejiyana neteweyî û olî de.Duyem: Da ku beşdar be di hikûmetê de û zêdetir xizmeta xelkê bike û jiyankê xweştir ji wan re peyda bike. Hêzek be bo bergirî li mafên wan ên jiyanê û peydakirina pêdviyên wan ên sereke.Sêyem: Aştî û aramiya civakî û siyasî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêdetir bipejire û derfetek bigihê wan da ku zêdetir mafên neteweyî yên kurd bi dest bixin.HDPê nikarî derfetê ji wan hersê xalan werbigire û beşdar be di pêşxistina gotûbêjan de, herwiha di hikûmetê de beşdar be bo bidestanîna daxwazên dengderan û beşek ji serxwebûna xwe xist bin destê PKKê de, ku di baweriya wan de dikarin bi nearamiyê li wî welatî dikarin dengên zêdetir bi dest bînin, lê ev dîtina wan sernegirt.Divê ew yek ti carî ji ber çavê me neçe ku rewşa civakî û kilturî ya Tirkiyê ji pêkvejiyan û aramiyê pêk tê, ku 2 sedemên sereke berdewam li pişt wan in:Yekem: Perwerdeya malbatê, ku ev perwerde berdewam li ser bingeha aştî û jiyana xweş hatiye avakirin, wiha bi hêsanî nakeve bin bandora tundutîjiyê û nearamiyê, lewma ew şer û pevçûnên ku li Bakurê Kurdistanê qewimîn bandoreke mezin li encamên hilbijartinan kirin, ku di serî de HDPê ziyaneke mezin dît û dengên wê pir kêm bûn.Duyem: Beşek mezin ji dahata rêjeyek mezin ji welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li ser tûrîzim û geştiyariyê ye, ku ew jî li ser aramiyê sekiniye, her dema ku aramî têk biçe rewşa xelkê jî têk diçe û nikarin êdî bijîn.Di dawiyê de, pêwîst e HDPê xwendineke lojîk bo kêmbûna dengên xwe xwe bike û tek rêya bi destanîna mafên kurdan li Tirkiyê rêya aştî û atamiyê ye. PKKê jî divê bi siyaseta xwe de biçe û hêzekî bi bandor be li pişta HDPê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û avakirina hêzekî medenî li nava Tirkiyê.Hikûmeta Tirkiyê jî îro be yan sibe divê mafê neteweyî û medenî yê kurdên Bakur bide wan, ku ew jî pêdvî bi xebata medenî heye.