Polîtîk

PKK têkbirina xeta netewî dike armanc

 

Li gora nûçeyek ya ANFê PKKê civîna xwe ya salane kiriye û di derbarê encama civînê de daxûyaniyek ragihandiye. ANF di derbarê biryarên civîna PKKê de, taybetî biryarên ji bû beşên Kurdistanê hatîn standin  de nûçeyek belav kiriye.

Biryarên PKKê ji bo beşên Kurdistanê:

 “ LI BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYEYÊ

Civîna Komîteya me ya navendî li ser van armancan bang li hemû gelên me û hêzên şoreşger û demokratîk yên li Bakurê Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê dike ku berxwedana hevpar a li dijî faşîzmê li hemû eniyan xurt bike û vê pêvajoyê bike berxwedana li dijî faşîzmê û faşîzma AKP û MHP’ê hilweşîne.

GELÊN BAKURÊ SÛRIYEYÊ

Bang li gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên wê yên azadiyê dike, bi serfirazkirina Berxwedana Serdemê dagirkeriya faşîst a AKP-MHP’ê bişkînin û Efrînê azad bikin. Li ser bingeha rasteqiniya şerê gel bi avakirina pergala xwe ya demokratîk li dijî her cure êrîşan ji bo berevaniya li Şoreşa Azadiyê hazir bin û li ser vê bingehê bi rengê çalak tevlî kampanyaya navborî bibin.

GEL Û HÊZÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Bang li gelê me yê Başûrê Kurdistanê û hêzên wê yên azadiyê dike ku nokeriya hevkar zêdetir teşîr bikin û li dijî dagirkeriya faşîst a TC’ê bi geşkirina berxwedana azadiyê zêdetir berevaniyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi rengekî çalak tevlî kampanyaya navborî bibin.

GELÊ ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Bang li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî dike ku rêxistiniya xwe bikin, faşîzmê têk bibin û ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan bigihije şertên jiyan û xebata azad destekê bidin kampanyayê. “

Wek ku dixweyê tu biryarek yan jî armancek ya PKKê ji bo Kurdistanê tuneye. Behsa Kurdistanê naye kirin.

Li Bakurê Kurdistanê hevkariya AKPê û MHPê dike armanc. Tu pirsgirêka wan bi dewletê re tuneye. Li vê derê wek CHPê û partiyên çepên Tirkiye armanca xwe daye diyarkirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê behsa çi kiriye ne zelale û nayê zanîn.

Li Rojavayê Kurdistanê tenê cardin armanc kiriye AKP û azad kirina Efrinê. Lê ji bo Kurdistanê bi giştî tu armanc nedaye diyarkirin.

Li Başûrê Kurdistanê cardin PDK kiriye armanc û bê ku nav bide PDKê dike armanca xwe ya sala pêşiya me.

Di rastiya xwe de ne pêwiste ku tu nirxandinek li ser van biryarên PKKê bêne kirin. Ji berk u tiştek tuneye ku cihê nirxandinekî be. PKK vekirî armancên xwe yê têkbirina xeya Netewî ya Kurdistanî gelek bi zelalî eşkere dike.

 

Back to top button