PKK tehdîta herî mezine li ser Kurdistana Başûr
PKK ji bo aramiya herêma Kurdistana Başûr têk bide siyasetek taybet rêve dibe. Lê mixabin heta wek vê gavê jî li himber siyaseta PKKê ya xirab awayek pêwist helwest nayên girtin. Her aliyek li gora xwe sedemê bê helwestbûnê dide diyarkirin, lê mixabin ev yek jî bi zelalî nayê ragihandin.
Ji berî her tiştekî PKKê bakurê Kurdistanê wêran kir û tewezinên civakî têkbirine. Tehrîbatên mezin civata kurdên bakur de pêkhatine. Belkî bi salan ev yek nikare werê serastkirin.
PKK li bakur hewldaye ku kurda entgreyê Tirkiye bike û di vê yekê de jî heta radeyekî serketiye. Yanî Kurdistana Bakur têkçûye û hestên netewî ji aliyê PKKê gelek hatine aloz kirin û hinek deveran bi temamî hatiye ji navbirin. Hêdî li Tirkiye pirsa Kurdî wek pirsek ya demokrasiyê tê nasandin. Ev yek jî dibe sedemek pirsa kurdî ji netewîyête tê dûrxistin.
Rewşa rojavayê Kurdistanê tê zanin, PYD bi temamî bi siyaseta PKKê tevdigere û beşek ji PKKê ye. Ji xwe pêve rê nadin kesekî siyasetê bikin û hemû nirxên Kurdistanî yên netewî qedexe kirine. Bi dehan girtîyên siyasîyên kurd di zindanên PYDê de ne.
Eger PYD bi hewldanên Amerika û Fransayê xwe ji siyaseta PKKê dûr bêxe û li gel aliyên din yên Kurdistanî hevkariyekî ava bike, şansek ji bo destxistina mafên netewî li rojava derdikeve holê, wek din PYD li serê xwe siwarbe û siyaseta PKKê de israr bike dê kurd li rojavayê Kurdistanê winda bikin û xusarek mezin bibînin.
Li rojhilatê Kurdistanê PKK li gel rejima Îranê pêwendiyên bi hêz hene. Gelek zehmete ku ji rejima Îranê dûr bikeve. Ev yek bandorek xirab li aliyên din yên Kurdistana Rojhilat dike.
Îro destkeftiya herî mezin û ya li ber çav başûrê Kurdistanêye. Lê PKK aliyekî li gel hêzên Iraqî û aliyek din li gel destê Îranê li Iraqê hevkariya dike, astenga di rêya desthiltiya Kurdistanê de çêdike. Li Kurdistanê li gel hinek aliyan xwedî pêwendiyên bi hêzin. Bandorek mezin a PKKê di nava YNKê de heye, li gel Goran pêwendiyên wan bi hêzin. Rêxistinên wek Niwşê nû projeyek PKKê ya hevbeş e. Taybetî pêwendiyên PKKê li gel gruba Lahour gelek xortin. Heta ev yek di bûyera terorîstî ya Hewlêrê de bi zelaî derket holê.
PKK li ser başûrê Kurdistanê tehdîdeke mezine. Divê di serî de hêzên Kurdistana başûr vê yekê bibînin û li gora wê jî tedbîra bigrin. Siyaseta PKKê berê Tirkiye bi zanebûn daye başûrê Kurdistanê. PKKê şerê xwe bi zanebûn kiriya nava başûr de.
PKK di heman demê de propagandeyek li ser derewan li dijê PDKê rêve dibe. Armanca vê propagandeye ewe ku zemînê êrîşekî li dijê PDKê li başûr ava bikin. Gerek herkesek hişyar be û rastiya PKKê bibîne.
Hinek aliyên li bakur hevkariyê li gel PKKê dikin, ew jî dibin şirîkê erîşên PKKê li Kurdistana Başûr.
Taybetî pêwistî heye ku PDK vê yekê bibîne û li gora vê jî pêwendiyên xwe de reformekî bikin. Heyne ev yek dê bibe sedemek ku, PDK bi destê xwe progandeyên li dijê xwe xwedî bike.
Parastina Kurdistana Başûr li himber siyaseta PKK ya xirab erkê her kurdek welatparêze.
Analîz/Rojevakurd