
Amerîkayê pêgeheke Artêşa Sûriyê li nêzîk bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê kire armanc.
Peyamnêrê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, îro balafireke şer a Amerîkayê pêgeheke artêşa Sûriyê li başûrê bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bi rokêtekê kire armanc.
Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, balafira amerîkî ji curê helîkopter bûye û êrîşî pêgeha artêşa Sûriyê ya ser bi fewca 54 li nêzîk gundê Raşidiyê li başûrê Qamişloyê kiriye.
Gundê Raşidiyê, gundekî ereban li başûrê Qamişloyê ye û dikeve navçeya di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê.
Peyamnêrê Rûdawê herwiha diyar kir, heta niha jî dengê balafirên helîkopter ên Amerîkayê li esmanê deverê tê bihîstin.