DosyaRojev

PKK li navçeyeka Silêmaniyê bacê ji xelkê distîne

Li sînorê bajarokê Pênciwênê PKKê bacê ji karker û xelkê navçeyê distîne. Welatiyek ku PKKê bac jê standiye ji K24ê re dibêje: Xelkê vê deverê gelekî ji PKKê nîgeran û aciz in, lê newêrin bi askere li pêş kamîreyê biaxivin.

Tîma K24ê xwast bi kesên ku bi zorê bac ji wan hatine standin rasterast biaxive, lê wan got ku ew ji tirsa PKK’ê re newêrin li pêş kamereyê biaxivin.

Bi gotina welatiyekî, PKK bi vî karî zulmekê li welatiyên vê deverê dike.

Xelkê gundên sînorî bi giştî ji hebûn û çalakîya çekdarên PKK nerazî ne, ji ber ku rojane ji bo derbaskirina her kelûpelekî di vê deriyê sînorî yê nefermî re, gelek bac ji wan distînin.

Kurdistan24 ji bo îsbatkirina hebûna PKK û standina bacan ji welatiyan, tomareke dengî belav bike ku tê de welatiyek dixwaze barekî hawirdeyî Herêma Kurdistanê bike, bi fermandarekî PKK’ê re diaxive û ew fermandar awayê dana bacê jê re nîşan dide.

Gundî ji hebûna çekdarên PKK li qezaya Pênciwênê dilgiran in. Ew kesên ku peywendî bi wan re hatine kirine texmîn dikin ku dahata PKKê ji wergirtina bacê ji welatiyan, mehane ji yek milyar Dînarî zêdetir e.

Back to top button