Civak

PKK-ê parlementerê CHP-ê revand

Parlementerê CHP-ê yê Dersimê Huseyin Aygun îro êvarî ji aliyê çekdarên PKK-ê ve hate revandin.

Îro danê êvarî parlementerê CHP-ê Huseyin Aygun li gel rawêçkarê xwe û rojnemevanekî ji Ovacik diçû Dersimê. Di rê de hinek çekdarên PKK-ê rêya wan birîn û ew ji otomobilê peya kirin. Piştî demekî rawêşkarên wî û yê rojnemevan berdan û Huseyin Aygun li gel xwe birin.

Di vê derbarê de daxuyaniya ewil ji aliyê waliyê Dersimê ve hate ragihandin. Di vê derbarê de berpirsên CHP-ê jî daxuyani dan. Lê hêja PKK-ê yan jî ji BDP-ê tu deng derneketiye.

Back to top button