Êrîşa li Foçayê TAKê girte ser xwe
Êrîşa li Foçaya Îzmirê a ku 9ê Tebaxê hatibû lidarxistin û 2 leşkera jiyana xwe ji dest dabû, TAKê (Teyrûbazên Aazdiya Kurdistanê) girte ser xwe. Demeke dirêj bû ku ji TAKê deng dernediket. TAKê sivîl jî xistine hedefa xwe û bi vê helwestê, nerazîbûnên ji aliyê rayagiştî ve zêde kirin.
Ji aliyê rêxistinê ve ji ANFê (Ajansa Nûçeyan a Firat) re e-peyamek hatiye şandin û bûyer girtiye ser xwe. Di e-peyamê de rêxistin diyar dike ku, bi êrîşa li Foçayê, Tevgera Taybet a Cendermeyan û leşkerên bi vê tevgerê re girêdayîne hatine hedef girtin. Rêxistin dibêje, di mesafeyeke nêzik de bi awakî bi bandor wesaît hatiye hedef girtin.
TAK, di berdewamiya peyama xwe de wiha dibêje: Fedaiyên TAKê yên ku sond xwarine li dijî pergala êşkence, tecrîd û îzolasyonê a ku 13 salin li hember rêber Apo û gelê Kurd tê meşandin, parçe bikin û ji rejîma faşîst a Tirk û yê ku wê dewam kirin dide, rêxistina AKPê re mafê jiyanê nede.
TAK îfade dike ku, li her derên Tirkiyê şervanên wan amadene ku, çi bikeve ser milê wan wê bicih bînin.