Nivîsar

PKK dixwaze serweriya Kurdistanê têkbide !

Di medya PKKê de şerê li dijê PDK yê li ser derewa berdewame. PDK her çikas êrîş û derewên PKKê cidî negire û bersiva wan nedê jî, PKK wek stratejiyekî berdewam PDKê bi xiyanetê itham dike û gelek bêbextiyên mezin dike. Heta radeyekî medya PKKê dema behsa PDKê dike sinorên ehlaqî jî derbas dike.

Herî dawî du cara , Beşê Rojnamevaniyê yê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê li ser derew û ithamên PKKê daxûyanî ji bo Raya Giştî ragihandin û derewên medya PKKê dike eşkere kirin. Di bingehê xwe de her tişt zelale û vekiriye, lê mixabin hinek naxwazin rastiyê bibînin.Ji bo vê yekê jî tohmet û derewên PKKê berdewamin. Hinek nivîskarên medya PKKê dibêjin ku, “ gerek PDK wek partiyek kurd neyê navkirin“. Ev gotinek nûye û gelek balkêşe. Gotinek kurdî heye, dibêje: “ Navê min li te ,komê min serê te“ PKK dixwaze navê xwe li PDKê bike. Ji ber ku PKK û hemû aliyên siyasî ku çenk û şaxên wêne, li dijê dewletbûna Kurdan e, li dijê Ala Kurdistanê ne, li dijê navê Kurdistanê ne û ji hemuyê girîngtir xwe wek partiyên Kurd û Kurdistanî bi nav nakin. PKK li başûrê Kurdistanê ji bo serweriya heyî têkherê û tu statuyek ji bo Kurdistanê nemîne wek taşeronê Îranê kar dike.

Li ser serdana serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Enqere nirxandinên gelek ne rast û ne li ser rê kirin. Gelek eşkereye ku, Nêçîrvan Barzanî wek serokê Kurdistanê serdanek fermî ji bo Enqere kiriye û di bin Ala Kurdistanê de serbilindî hevdîtinên xwe kirine û berjewendiya welatê xwe wek her carê ser her tiştekîre girtiye. Lê gelo ewên ku PKK taşeroniya wan dikin, heta wek vê gavê rojek ji roja berpirsên PKKê wek muhatabek fermî dîtine? Kesekî rojekî weneyê hevdîtinek ku ji Raya Giştire vekirî yê berpirsên dewleta Îran û berpirsên PKKê bi hevre dîtine? Hemû hevdîtinên wan li gel karkerên istixbareta Îranê re ne û fermana xwe ya siyasî ji wan digrin. Kurd hemû vê yekê dizanin lê mixabin gelek ji wan kurdên ku xwe wek, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbir yan jî her tiştekî nav dikin ji bo berjewendiyên basît li dihula PKKê dixin û li himber kiryarên PKKê êrîşa li ser tevgera Kurdi tu dengekî dernaxin.

Gelo kî dikare li bakurê Kurdistanê behsa destefiyek netewî ku ji aliyê PKKê ve hatiye holê bike?PKK ji xirabiyê pêve çi li bakurê Kurdistanê kiriye? Bila aliyên siyasî  yên ku xwe Kurdistanî dibînin û nav dikin , nekevin xefka PKKê. Hinek partiyên îro qaşo li gel HDP(PKK) hevkarî kirîn bila ji bo rojekî vegerin  li pirêza xwe binêrin. Niha çi cewaziya wan ji PKKê maye? PKKê bi berjewendiyek hindik û kesayetî da wan û ew pûç kirn û avêtin wê derê.

Partiyên wek PDK-T. PDK-Bakur ku niha di nava tifaqa HDPê de ne. Ji bo çi li himber kiryarên PKKê li dijê PDKê bê dengin? Qaşo dostên stratejik yên PDKê bûn Barzanî bûn. Gelo ji bo çi kesek muhasebeya vê yekê nake ê tenê gotinên vale û ne li ser rê dibêjin. Hinek siyasetmedarên ku xwe mecbur dibînin bi awayek şermukî pişgiriya PKKê dikin, dixweyê ji niha ve amadebûna endametiya parlementoyê bi rêya HDPê dikin.. Ew di eslê xwe de xwe ji bo hinek postan amade dikin. Lê bila bizanin ku PKK tu cara nahêle kesek feydê jê bibîne. Ew xelkê ji bo armancên xwe bi kar tîne û wan bê şexsiyet dike û pehinekî li wan têxe.

Di vê qonaxa ku PKK xwe ji şerekî li dijê PDKê amade dike û hewldide zemînekî amade bike,divê helwesta kurdistaniya gelek vekirîbe. Her kes yan aliyê di vê qonaxê de çepka ji siyaseta PKKê re dide şirîkê xirabiyên PKKê ne.

Analiz/Rojevakurd

Back to top button