CîhanRojev

Komara Muzê ji Amerîka û Ewrupa pêşketîtire

Costa Rica ku jêre Komara Muz jî tê gotin, niha yek ji pêşketîtirîn welatên cîhanê ye, ji bilî wê yekê ku demokrasiyeteke kûr û bi cîhbûyî û çespandî heye, li geşbûnê de ji demokrasiya Ewrupa, Amerîka û Brîtanya jî pêşketîtire, heman demê de dibê yekem welat jî ku pişta xwe bi uze û enerjiya paqij û dûrketina ji gaz û neftê digrê. Ji bo wê yekê jî niha jêre tê gotin rikeberê Ewrupa.

Li sala 2015 Costa Rica % 100 pişta xwe bi uze û enerjiya ba û rojê bestiye û dûpat dike ku êdî rê bi bikaranîna neft û gazê nakin. Eve jî wiha kir ku bibê mînakeke herî li pêş ya welatan bi taybetî li warê parastina jîngehê de. Ji bilî wê yekê Costa Rica yek ji xwendewartirîn welatane ku % 94ê xelkê wê xwediyê bawernayanin û bi giştî % 96ê wan xwendin û nivîsînê dizanin û li ser asta cîhanê de kêmtirîn xulên fêrbûn û xwendingehên fêrkirina kesên bi temen têda heye.

Li rûyê aborî ve ew welat bi awayeke serekî pişta xwe bi çandinê ve girêdaye û welatekê pîşesazî nîne, eve jî wiha kiriye ku aboriya wê gelek bihêz nebê û rêjeya bêkarî % 20 e lê belê salane ew rêje bilind û nizim dibê û pêwiste bi berhemên çandinê û nirxên berhemên çandiniyê ya li bazaran de.

Back to top button