PolîtîkRojev

PKK di nava kîn û nefreta diafirînê de difetise..

Mehmet Goren nivîskarê malpera Nawenda lêkolinên stratejik e. Ev nawenda mejiyê PKKê bi xweye. Kesên lê dinivîsin piraniya wan  kesayetên tarin e û nayên naskirin. Mehmet Goren di niviseka xwe di lêkolînê de cardin şerê PDKê dike û beşek a nivîsa xwe de dibêje:

“… taybetî her hilbijartinên di herêma PDKê de çêdibin cihê minaqeşêye.Her demî di herêmên PDKê de du sendoq hene.Encamên ku ji bere ve hatin amadekirin hene Dema nêzikbûna hilbijartinan de, YNKê nezanebûnek mezin a siyasî kir û  nakokiyên di nava xwe teqandin, di dema ku YNK nakokiyên xwe yên navxwe de mijûl dibû, kesek nikare bêje ku li herêmên PDKê de hilbijartin çêbûne. Gerek kesek vê yeke îdia jî neke. Ez ji bo yên nizanin  bejim: KDP , AKP û MHP a ku kurdî diaxêvê ye…`

Mehmet Goren bi mejiyek tenî û reş kînek dijminayetî behsa PDKê dike.

Ji aliyek din nivîskara Ozgur Politikayê Gulistan Çiya Îke nirxandina hilbijartinên Iraqê dike û dibêje:

` .. Nirxandina encamên hilbijartinên Başûrê Kurdistanê girîng e. Ji ber ku PDK ev bi rojan e weke ku serkeftineke mezin bi dest xistiye, propaganda dike. Berevajî vê di serî de li Şengalê li gelek deveran li gel ku hîle jî kirin, partiya ku li Başûr bi bin ket PDK ye. Ji ber ku berpirsyara sereke ya vê encama derketî holê PDK bi xwe ye. Çima ji sedî 60’ê xelkê neçû ser sindoqan? Li Iraq û Başûrê Kurdistanê herî zêde li Duhokê xelk çû ser sindoqan. Lê PDK herî hindik li Duhokê deng wergirtin. Kesên li Duhokê çûn ser sindoqan û neçûn hemûyî di esasê xwe de PDK şermezar kirin. Analîzên siyasî jî li aliyekî her mirov dikare vê rastiyê bibîne…`

  Ji xwe eve demek dirêje ku, medya PKKê şerekî stratejik li himber PDKê rêve dibe. PDKê bi xiyanetê itham dike. Yanî PKK bi awayekî kirasê xwe hewl dide ku li ber PDKê bike.

Ji aliyek din baskeka din ya PKKê HDP banga yekitiyekî di nava Kurdan de dike û behsa dawî anîna şer dike. Lê kesek napirse, gelo hun evkas bi hidet û dijmineyatî bi hemû awaya şerê PDKê dikin,hun bi çi rûyî behsa yekitiyekî dikin. Eger mirov behsa yekitiyekî di nava Kurdan de bike ji berî her tiştekî divê mirov bi xwe kurd be. Siyasetek kurdistanî û kurdewarî bi rêve bibe.

Gelek eşkereye ku PKK di kesayeta PDKê de şerê dewletbûna Kurda dike. Niha di qada Kurdistanê de balhirgirê siyaseta dewletbûna Kurda PDK ye. Eger aliyên din hebin gerek bêne zanîn. PKK jî li dijê siyaseta dewletbûna Kurda her astengê dertêxe û gelek eşkere şerê dewletbûnê dike.

Piştî devera Şingalê  PKK bi hemû awayî winda kir, zimanê kîn û nefreta xwe li himber PDKê zede kir. Hêdî sinor ji ehleqê siyaseta xwere nehişt. Li Şingalê dema berbijêrên PDKê hewldan herin nava Şingalê, PKK hinek jin rêkirin ku rêgiriyê li wan bikin, lê PDK nehat leyiztika PKKê û provakasyona wan tekbir. Lê xelkê Şingalê bersiva PKKê da û dengên xwe dan PDKê. Hersê parlementerên Şingalê jî di lîsteya PDKê de serkeftin destve anîn.

PKK li Şingalî bi xulamiya Heşda Şeibî dimîne rolek dagirkeriyê dileyze.

Aliyên siyasîyên Kurdistanê ku xwe spartine PKK şirîkatiya vê siyaseta qirêj dikin. Dijminetiya xeta serbixwe û dewletxwaza dawiya siyaseta qirêj e.

Back to top button