PKK çima dijminatiya Barzanîyan dike?

Êrîşên PKK ê yên li ser statuya Herêma Kurdistanê berdewam dikin. xelqa dawî ya van êrîşan bi argumana “Çiqas pereyên malbata Barzanî hene?” dom dike.

Bingeha vê êrîşê ew e ku dixwaze Başûrê Kurdistanê, yanî “Herêma Kurdistanê weke herêmeke xeternak, herêmeke dijmin û loma jî pêdvîye were hilweşandin” PKK di xwaze vê têgehê di Kurdan de biafirîne. Dijminatiya PKK ê ya li hemberî Kurd û Kurdistanê, hewl dide ku Kurdan li dijî yekane statuya Kurdan a fermî ya bi tekoşîna sed sala bi dest xistiye, bike. Ev dijminatî pirr hûr û kûr tê meşandin. Ev plan ji aliyê hizireke ji PKK ê meztir hatîye çêkirin û tê birêvebirin. Ya rast PKK bi salan ji bo vê wezîfeyê hatî ye perwerdekirin û ji aliyê van derdoran ve hat mezinkirin. Plan ev e: “PKK ê perwerde bikin-çek bikin û êrîşî Kurdan bikin”.

Stratejiya bingehîn a PKK ê di helwesta xwe ya li dijî Kurdistanê de manîpulekirina Kurdan a di aliyê zihnî de ye, ya duyemîn jî dejenerekirina wan a sosyolojik e. Argumana herî bingehîn a ku ew di vê rêkê de bikar tîne, qada fikrî ye. Hemû fikrên ku Ocelan nivîsî, xêz kirî, axivî û hatî servîs kirin, xwedî Qarakterekî dij-kurd in. PKK ê ji bo vê manîpulasyona zihnî encam bîne çapemenîyê pir baş bi kar tîne. Lê ragahandina PKK ê ragahandineke dijî kurdan e.

PKK ê ji salên 1990 î ve tiştên ku ne aîdê Kurd û Kurdistanê ne bi giranî xwliqandine. Ev guherîna ne ya laş bi xwe ye. Ev di laş de kulek xirab e. ango kula penceşêrê ye.

Di penceşêrê de, despêk şaneyek xerabûyî çê dibe. Ev şane hem xwe ji nû ve zêde dike û hem jî hemû şaneyên heyî weke xwe lê dike. Ew şaneyên baş jî dibe penceşêr. Sîstema parastinê laş têk diçe, laş nikare xwe biparêze û nexweşî li hemû laş belav dibe.

Mîsyon û erka PKK ê ya li Kurdistanê jî bizabit mîna ev şaneya penceşêrê ye. Ji ber ku PKK ê êrîşî her destkeft û nirxên ku Kurdan dike Kurd kiriye û dike. Gele Kurd rexmê hemû qetlîamanên hatî serî wan jî nahêla weke qewm winda bibin, Lê mixabin PKK dixwaze wî çiqlê jîyanê yê ku Kurdan xwe pêve girtî jî qud bike. PKK hewl dide hemû pêkhateyên ku kurdan weke Kurd serlinga dihêle bidest xwe bine û bi DNA Kurdan biguhere.. Rewşa penceşêrê ava dike ew e ku laş ji sîstemê derdixe û sîstema laş hildiweşîne. PKK jî tam vê yekê li kurdan dike.

PKK bi temamkirina pêvajoya netewbûnê re hewl dide hemû rêyên dewletbûna Kurdan bigire. Ji ber vê yekê PKK êrîşî aboriya Kurdan dike, êrîşî çanda Kurdan dike, êrîşî dîroka Kurdan dike, êrîşî partiyên Kurdan dike, êrîşî fikrên welatparêziyê dike, êrîşî kesayetên Kurd dike, êrîşî ala Kurdan dike, êrişî reng û nexşên dîroka Kurdan dike. Ji ber vê sedemê êrîşa PKK ê ya li ser Herêma Kurdistanê ne xeleka yekem a êrîşa li ser Kurdan e, xeleka dawîyê ye. ger hûn yek bi yek lêkolîn bikin  hûn ê bibînin ku hemû PKK êrişî nirxên ku kurdayetiyê zindî dihêlin dike.

Mînak PKK êrîşî eşîrên ku di sedsalên 19 û 20 ji qirkirinê rizgar kirin dike. PKK dibêje ku eşîr formên paşverû ne û divê bên tunekirin. Li dijî eşîran şer dike. Lê di mêjûya Kurdistanê de eşîra kurd ji tunebûnê rizgar kirine ne. Keleha herî kevn û herî xurt e ku kurdan xwespartîyê eşîret in. Ji bo vê yekê jî divê netewebûna kurd ne wek dijminê eşîran be, bi naskirina hebûna eşîran be. PKK ji bo sosyolojîyaa Kurdan têk bibe dest bi dijminatîya eşîretan kir.

PKK ê li dijî mezheba Îslamê ya Şafî şer ragihand. PKK ê şafîîtî weke bîr û bawerîyek ku paşdemayî ye û divê were jinav birin nîşan da. Lê pirraniya berxwedanên sedsalên 19 û 20 di nava kurdan de bi destê kurdên şafî hatin kirin.

PKK ê li dijî terîqata şer îlan kir. Bi taybetî jî Neqişbendî weke dijminê Kurdan nîşan da. Lê belê civaka Neqşîbendî xwediyê bîrdanka ku fikrên neteweperest e. Neqşîbendiyan her tim pêşengiya neteweperestiyeke kurdan kiri ye. Ji  şêx Ûbeydullah ê Nehrî heya Şêx Seîd û  heya Şêx ên Barzan û hwd. Gelek serok û eşîrên ku piştgirî dan serhildana wan Neqşîbendî bûn. Lê PKK jî li dijî vê rastîyê sekinî. Piştî sala 1993 an jî Ocelan bi eşkereyî gotinên wek “Şêx Seîd ajanê Îngilistanê bû” got. Çozumlemên xwe yên sala 1997 de got divê “Kevneşopiya şêxên Norşîn ê ji holê were rakirin” û berdewamî de di got Bedlîs cihê berteka vê yekê ye. Yên ji Bedlîsê tevlî me dibin ne dibin şoreşger û ne jî dibin di bin PKK yî.”

PKK ê li dijî saziya malbatê tekoşîn kir û got ku malbat paşverû ye û divê sîstema malbatî were rakirin.

PKK ê li Bakurê Kurdistanê jî li dijî partî, rêxistin û kesên xwedî hestên netewî şer kir. An bigirin nava xwe û wan bihelînin, an jî wan weke dijmin dîyar bikin û ji holê rakin. Dema mirov li qada siyaseta legal a salên 1990 î dinêre, mirov dikare bi zelalî nifşa neteweperest a ji aliyê PKK ê ve hatiye tinekirin, bibîne. Yek ji wan jî Leyla Zana ye. Her tim tê gotin “Leyla Zana li ku ye”? Ne tenê Leyla Zana, her kesê ku netewperestê Kurd e bûye armanca PKK ê. Her kurdekî serxwebûn xwaz bûye hedefa PKK ê. PKK ê zimanê kurdî, muzîka kurdî û reng û nexşên kurdî dejenere kirin.

Bi rastî dema meriv van hemûyan tîne berhev, meriv dibîne ku PKK ê li dijî her tiştê ku bibe çavkaniya neteweperestiya kurd şer kiriye. Li dijî her tiştê ku kurdan bike dewlet, şer kirî. Tiştê ku bêhna kurdayetîyê jê tê şer kiri ye. Dema ev hemû zelal bin, bi awayekî zelal tê dîtin ku çima PKK li dijî Barzanî ye. Ji ber ku navê Barzanî ji navê malbate kê wêdetir e. Barzanî fikrekî siyasî û rêbazeke tevgerê ye. Barzanî xeteke Kurdistanî ye ku ji Ehmedî Xanî heta Nehrî dirêj dibe. Barzanî, nasnameya Kurdên Dewletxaz e. Barzanî dergehê navnetewî buna Kurdan e.

PKK di heman demê de  dijminatiya Barzanîyan dike, ku ev zêdetirî 100 sal in ji doza neteweya Kurd re şer û pêşengîyê dikin, bi hezaran şehîdên wan hene, bi hezaran enfalkirî ne, bi hezaran ji wan hîn jî pêşmerge ne û hwd. PKK bi dijminahîya Barzanî, dijminahîya netew-dewlet bûna Kurdan dike. PKK bi dijminahîya Barzanî dijminahîya siyaseta Kurd a navneteweyî dike. Dijminatiya PKK ê ya li hember Barzanî, nîşaneya dijminatiya Kurdistanê ye. Dijminatiya Ehmedî Xanî, Şêx Ûbeydullah Nehrî,Şêx Seîd û hwd vê kevneşopiyê ye.

Ev dijminatiyeke wisa dijwar e ku Rêberê PKK ê Evdilla Ocalan li Îmraliyê li qiraxa destşûye rûniştiye û ji leşkerekî tirk re dibêje, werin em bi hev re Hewlêrê bistinin, emê webikin ku Barzanî nefes nastîne, em Hewlêrê bi Tirkîye yê ve girêbidin. Niha jî hewl diden bi îftira li xeta Barzanîyan reş biken. Lê xeta Barzanî di cehenema Rojhilata navînde buheştek li Başûr ê Kurdistanê avakirîye hemû Kurd bi serwerî,serbilindî û şanazî dijîn. Başûrê Kurdistanê bûye wargeha pêkvejîyanê û avedanîyê.

Êrişkarîya PKK ne ji bû mal û milkê Barzanîyana. Kerb û kîna PKK ê ew e ku di bin rêbaza Barzanîyan Kurd ber bi Netewdewletê ve diçin.

Nûçe / Şirove

Darkamazi

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: