Nivîsar

PKK çi dixwaze ?

PKK çi dixwaze? Rastî ev pirs heta wek îro ne xwediyê bersivek zelale. Sedemê bingehîn yê vê ne zelalîyê jî helwesta beşek mezin siyasetmedar û rewşenbirên kurda ye. PKK di roja me de tu daxwaziyek Kurdistanî nake, li himber Kurdistanek serbixwe ji welatên dagiger behtir xwedî helweste. Li himber hemû destkeftiyên netewî Kurdistanî disekine û dibe astenga siyaseta rêya serxwebûnê.

Wek her tiştekî di siyasetê de jî pîvan hene, îro siyaseta PKK û hevalbendên wê li dijê nirxên kurd û Kurdistaniye. Her alî yan jî kesayetên ji bo berjewendiyên rojana kar dikin dema pişgiriya siyaseta PKKê dikin, ew bi xwe jî di rêya serxwebûnê de astenga peyda dikin. Nabe tenê mirov bi gotin behsa destkeftiyên netewî bike. Divê mirov bi hemû hest û hişmendiya netewî li destkeftiyên netewî xwedî derkeve û ber û pêş ve bibe.

PKK cardin êrîşê PDK û başûrê Kurdistanê dike. Desthilata başûrê Kurdistanê li himber hukumeta nawendi ya Iraqê aloz dike. Ji bo serweriya Kurdistanê dibe tehdîtek mezin. Berê welatên wek Tirkiye dide xaka Kurdistana  azad.

Îro rêveberiya PKKê li Qendil ne kurdin û ne Kurdistanîne. Ji bo vê yekê jî ew nikarin siyasetek Kurdistanî rêve bibin. Li Kurdistanê siyaset bi xetek gelek zîz ji hev cuda bûye. Xeta netewî ku, ev xeta Kurd û Kurdistaniye û berjewendiyên netewî li ser hertiştekîre digre û her destkeftiyek netewî diparêze.

Xeta duyem gelek eşkere li dijê xeta netewî disekine û tu nirxek Kurdistanê di nava xwe de xwedî nake û li dijê serxwebûna Kurdistanê siyasetek qirêj rêve dibe.

Îro destkeftiya herî mezin û berbiçav û bikaribe Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve bibe başûrê Kurdistanêye. PKK û hinek aliyên xwefiroş astengên mezin ji bo siyaseta berbi serxwebûnê ve diçe astengên mezin çêdikin.

Destkeftiyek din di vê pêvajoyê de, rojavayê Kurdistanê ye. Eger li rojava ENKS û PYD bikaribin cureyekî yekitiyê avabikin dê hêviya destkeftiyekî netewî derkeve holê.  Lê PKK li himber vê yekitiyê disekine, û cardin hewl dide ku li gel rejima Suriye hevkariya bike . Siyaseta PKKê li rojavayê Kurdistanê nave Kurdistanê wedişêre û Ala Kurdistanê qebûl nake. Her hevkarî û yekitiyek ne di bin Ala Kurdistanê de pêkwerê zehmete ku ew wek yekitiyek netewî bê nav kirin.

Kurtahî divê her kurdek siyasetê ve eleqeder pêwiste bi istiqrar xeta xwe kifş bike. Li gora pîvanên netewî tevbigere û siyaseta du alî rêve nebe.

28.4.2020

Analîz/N.Firat

Back to top button