Civak

PKK çekên giran ji Sûriyê vediguhêze Şingalê

Fermandariya giştî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dibêjê ku, PKK hêz û çekên giran ji Sûriyê vediguhêze Şingalê.Li gor daxuyaniyeke fermî ya di tora civakî twetterê de ji aliyê fermandariya giştî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatiye belav kirinde tê gotin: ‘’Piştî gotûbêjên duyem ên di navbera berpirsên Pêşmerge û hêzên ser bi PKKê, du fermandarên PKKê yên bi navên Egîd civyan û Zekî Şingalî ragehandine ku, bê fermana rêveberiya PKKê ya li Qendîlê, ew xwedî desthilat nînin ku ti biryarekê bidin.Daxuyaniyê de hatiye gotin, fermandariya PKKê li Şingalê ji kesên xelkê bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê pêktê û ti peyvendiya wan bi Şingalê ve nîne. Hêza YBŞ a ser bi PKKê, ku roja îna borî êrîş kirin ser hêzên Pêşmerge, tê gotin ku xelkê navçeyêne û kurdên êzdî pêktê.Fermandariya giştî ya Pêşmerge amaje bi hewldanên pirçek kirina hêzên PKKê yên li Şingalê dike û dibêje: ‘’Îro jî PKK berdewame li veguhestina hêza zêdetir û çekên giran ji Sûriyê ve bo ser sînor û navçeya Xanesor a herêma Kurdistanê, ku bikarin aloziyên zêdetir ava bikin.’’Di berdewama daxuyaniyê de tê gotin: ‘’Şingal û navçeyên derdora wê, beşekin ji axa herêma Kurdistan û Iraqê giştî. PKK li dijî daxwazên êzdiyan, hêzên xwe bo heyameke dirêj li navçeyê bicîh kiriye.’’Fermandariya giştî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, ew bûyerên dawiyê wek siyaseta desthilatxwaziya PKKê dide xûyakirin, ji ber vê jî bi taybet li rojavayê Kurdistanê jî xwe li ser xelkê herêmê ferz dikin. Herwaha aşkera dike piraniya şervanên PKKê yên li nav Şingalê û derdora wê piştevaniya darayî ji milîsên şîe yên heşdî şeibî verdigrin.Daxuyanî herwaha amaje bi daxwazên berpirsên îdarî û ewlehî yên Şingalê, wezareta Pêşmerge û encûmena ruhanî ya kurdên êzdî dike ku bo vala kirina Şingalê ji aliyê PKKê vegerandina koçberan û dubare bi bingeh kirina navçeyên kurdên êzdî divê bê destpê kirin.Herwaha dibêje: ‘’Wezareta Pêşmerge nêzîk 8 hezar êzdî li xwe digre, ku di çarçoveya wan hewldanan de navçeyên êzdî ji aliyê ewlehî ve otonom bibe, lê hêzên PKKê yên li navçeyê dervey saziyên fermî çalakî pêktînin.Dawiyê de jî fermandariya giştî ya hêzên Pêşmerge bi aşkerayî radigehîne, herêma Kurdistanê ji ti aliyekê re qebûl nake, bibe sedemê tirs û xofê li navçeyê û niyeta wan a destpê kirina pevçûnên çekdarî jî tineye, ji ber vê dubare hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz ji PKKê dike, Şingal û navçeyên derdora wê vala bikin.’’

Back to top button