PKK bi zanebûn hewldide başûrê Kurdistanê bike qada şer
Duhî çekdarên PKKê ji Kurdistana Başûr bi topên Hawan êrîşê bingehek leşkerî ya artêşa Tirkan kirî bû. Di encama vê êrîşê de 3 efserên tirk hatibûn kuştin û hinek jî birîndar bibûn.
Wezereta bergiriya Tirkiye ragihandibû ku piştî vê êrîşê li başûrê Kurdistanê li deverên sinor li himber çekdarên PKKê dest operasyonekî kirine.
Li gora agahdariya eve 24 demjimêrî zêdetire ku operasyon berdewame û sinorê başûrê Kurdistanê li devera Mêrgesorê di navbera çekdarên PKKê û artêşa Tirk de cih bi cih şer derdikeve û Tirkiye di vê operasyonê de Helikopterên Şer jî bi kar tîne.
Li gora daxûyaniya wezereta Bergiriya Tirkiye heta niha 5 çekdarên PKKê di van operasyonan de jiyana xwe ji dest dane.
PKK daxûyaniya xwe dibêje ku piştî çalakiya wan li himber bingehê leşkeri yê Artêşa Tirkiye, Tirk devera başûrê Kurdistanê berdewamî topbaran dikin û vê topbaranê zererek mezin dayê deverê.
Çalakiyên PKKê yên ku ji başûrê Kurdistanê êrîşê artêşa Tirkiye dike, ji zererê bêve tu feyda wê tuneye. Ev êrîş bi zanebûn ji bo ku Tirk jî êrîşê başûrê Kurdistanê bikin têne kirin. Armanca PKKê ewe ku, berê Tirkiye bide başûrê Kurdistanê. Ji ber ku gundên devera sinor û xelkê sivî zererek mezin ji van êrîşan dibînin û ev yek ne xema serê PKKê ye, lê mixabin ji palnên wan yên alozkirina rewûa herêma Kurdistanê ye.