Cîhan

Pêwendiyên Kurdistanê û Amerîka dê firehtir û bihêztir bibin

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka da xûyakirin ku, Amerîka dixwaze Herêma Kurdistanê xwedî abûriyeke bihêz be.

Beyan Samî Ebdulrehman Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştevaniyên Amerîka ji bo Hêzên Pêşmerge dê berdewam bin. Herwiha Amerîka û Brîtanya û Almanya berdewam in li ser karê xwe ji bo pêşxistina Wezareta Pêşmerge û cîbicîkirina reform û çaksaziyan di wê wezaretê de. Serkeftina vê pêngavê yek ji mercên Amerîka ye ji bo ku alîkariya Hêzên Pêşmerge bike û pêşmergeyan perwerde bike.”

Beyan Samî Ebdulrehman wiha got: “Di van çend mehên dawî de, em gelek caran bi Wezaretên Bergîriyê û Derve û endamên Kongreya Amerîka re civiyane. Me behsa wê yekê kiriye ku di budjeya Amerîka ya sala 2020 de para Hêzên Pêşmerge hebe ji alîkariyên darayî û teknîkî û perwerdeya leşkerî, ji ber ku beşek ji wê budjeyê dê ji bo hêzên Iraqê be û em dixwazin para Pêşmerge jî garantî bikin û ev yek bicîh hatiye.”

Nûnera Hikûmeta Kurdistanê wiha domand: “Ew aliyên ku em bi wan re civya ne, bi zelalî tekez kirine ku ji bo berdewamiya alîkariyên Amerîka bo Hêzên Pêşmerge, divê di serî de projeya reform û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge berdewam be. Ji xwe em dizanin ku Amerîka bi şêweyên din jî alîkariya gelê Kurd dike û dê di demeke nêzîk de dê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka berfirehtir ûnbihêztir bibin.”

Derbarê nêrîna Amerîka li ser paşketina avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî, Beyan Samî Ebdulrehman ragihand: “Amerîkî paşketina avakirina hikûmeta Kurdistanê wek asteng û rêgir li pêşiya pêşkeftina Herêma Kurdistanê dibînin. Ne bi dilê Amerîkiyan e ku avakirina hikûmeta Kurdistanê ewqasî gîro bûye, lê di heman demê de ew destêwerdanê jî nakin û lezê nakin. Amerîka dizane ku di hemû rewşan de pêwîstiya wan bi Herêma Kurdistanê heye û herwiha pêwîstiya Kurdistanê jî bi Amerîka heye. Li cem Amerîkiyan Kurdistan mînakeke serkeftî ye ji bo Iraqê û ev yek gotina wan bi xwe ye, ku dibêjin ji bo proseya demokratîkirin û sivîlkirina Iraqê pêwîstî bi Kurdan heye.”

 

Back to top button