Polîtîk

PKK berê dewleta tirkiye dide Musilê

Çavkaniyeke ji parêzgeha Nînowa(Musilê) bi kanala RT ya Rûsya yê ragihandiye, PKK bingeheke polîsên Iraqê ya li Parêzgeha Musilê kontrol kiriye û rêveberên polîsan ketine bin gef û zextên PKK wê baregeha polîsan wekî bingeheke çekdarên PKK binav kirine. Eve jî wiha dike ku tirkiye bi awayeke leşkerî berê xwe bide Musilê.

Her wiha ajansa Rûsî RT daye zanîn ku piştî vegerandina hejmareke malbatên koçberan ya Qehtaniye ya ser bi qeza ya Şingalê, roja yekşema bihûrî desthilatdarên ewlehiya parêzgeha Nînowa, bingeha polîsan ya wê nahiye yê bi awayeke fermî vekiribûn.

Her wiha piştî vekirina wê bingehê bi çend demjimêran, çekdarên PKK wê bingehê dagîr kirine û rêveberê bingehê re ragihandine, eger tu dixwazî li vir bî tu dikarî îşev wekî mîhvan bimînî, lê divê sibê vir bi cîh bihêlî, eger razî jî nebî, niha rabe û here.

Back to top button