Polîtîk

PKK bela serê Kurdan e li dijî pirojeya neteweyî ne

Siyasetmedarê Kurd Selah Bediredîn dibêje, PKK bûye bela serê Kurdan û pêwîst e Kurdên hemû cîhanê rêgiriyê lê bikin, ji ber ku ji bo têkdana projeya neteweya Kurdî kar dikin.Selah Bedredîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên PKKê piştî şoreşa Sûriyê li ser daxwaza rêjîma Sûriyê û bi dijayetiya Kurdan hatin navçeyê û dest bi karên xerab kirin. Ew partiyên siyasî yên Kurdî ku bi dehan sal e xebatê dikin, PKKê bi hêza çekan ew dûr xistin.”Wî siyasetmedarê Kurd wiha got: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kar ji bo wê yekê dike ku Herêma Kurdistanê pêngavên din bavêje ber bi serxwebûna Kurdistanê ve, ku ev yek jî pirojeyeke neteweyî ye, lê PKK li dijî wê pirojeyê ye û ji bo derxistina pirsgirêkan jî hatine Şingal û Herêma Kurdistanê, ku destê xwe dane Şîeyan û hêza Heşda Şeibî bo dijayetiya Kurdan.”Selah Bedredîn wiha domand: “Ji destpêka avakirina PKKê ve û heta niha kar li ser têkdana pirojeya neteweyî dike, ji ber ku ser bi rêjîmên navçeyê ye, lewma jî em dibêjin PKK bûye bela serê Kurdan û divê hemû Kurdên cîhanê li dijî xerabiyên wê rawestin.” 

Back to top button