Cîhan

Pizîşkêkê Rûsya bêdengiyê şikand û dest ji kar vekişand

Di derbarê wê derziya ku di dema derbasbûyî de Rûsya ragihand, pizîşkekê mezinê wî welatî ku li warê komendamên nefes û henaseyê da pîspore bêdengiyê şikand û dest ji karê xwe vekişand.

Aleksander Çuşalîn pizîşkê mezinê li warê komendamên nefes û henaseyê li Rûsya li gor malpera The Insider ku bi zimanê Îspanî hatiye belav kirin, dest ji posta xwe hilgirtiye û sedema wê wî ew derziye ku di dema derbasbûyî de Viladîmîr Putîn Serok Komarê Rûsyayê ragihand.

Çuşalîn balkişandiye li ser wê yekê ku ew derzî di demek da ferman li ser hatibû dayîn û pejirandin ku bi awayeke tevahî û li gor rêkarên veberhênana derziyê nehatiye amade kirin.

Çuşalîn hewla ewe daye rêgiriyê li tomarkirina derziyê de bike ji ber sedemên “selametiyê” lê belê şikest aniye û ewe jî wiha kiriye ku ji paşvekişana ji “Encûmena Edeb û Reftarên kar” dûr bikevin.

Back to top button