Piştî nemana DAIŞê çarenusa Rojavayê Kurdistanê çi ye?

0
141

Ji piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê di sala 2011ê de û heta niha ew welat bûye meydaneke siyasî ya welatan û heta niha jî nakokî û milmilanî di navbera welatan de berdewam e. Pisporekî siyasî dibêje, heta niha nexuya ye ku pêşeroja Kurdan li wî welatî çi ye. Ji xwe Serok Mesûd Barzanî jî vê dema dawî her çend rojan dilgiraniya xwe ji ber pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê nîşan dide.

DAIŞ li Sûriyê rojên xwe yên dawî birê dike. Navçeya Baxoz a Dêra Zorê cihê dawî yê DAIŞê bû. Li wir DAIŞ bidawî hat, lê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê nexuya ye ku dê çi be. Gelo welatên dê hevkarê Kurdan bimînin ji bo ku Kurd li wî perçeyê Kurdistanê bighên mafê xwe?.

Derbarê wê yekê de, Pisporê Siyasî Faris Îsmaîl wiha dibêje: “DAIŞ bidawî bû, lê ew rêveberiya ku niha li Rojavayê Kurdistanê heye tenê wek darê destê welatan kar dike û ne tiştekî din e. Belge jî ew e ku hêj DAIŞ bidawî nehatibû, Amerîka biryar da ku hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê bikşîne û gerek wê rêveberiyê xwe ji her egeran re amade kirba.”

Vegera PYDê bo xala sifir li Şamê

Hemû hewlên Amerîka li ser wê yekê ne ku deselatên rêjîma Sûriyê sînordar bike, lê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ya Meclisa Sûriyaya bi nav demokrat çendîn car gotûbêj ligel rêjîma Sûriyê kiriye ji bo bihêzkirina pêwendiyên xwe, ku Amerîka jî ji vê yekê nerazî ye.

Jibilî Amerîka, ENKS jî ji vê helwesta PYDê nerazî ye. Serkirdeyên ENKSê ji malpera KDP.info re ragihandine ku, PYD dikare ligel her hêzekî lihev bike, lê tenê bi Kurdan re lihev nake. Ew Şama ku PYD dest jê bernade, heta niha nemade ye ku îtîrafê bi PYDê û mafê gelê Kurd bike.

Vekişandina hêzan

Çendîn car serkirdeyên ENKSê rexneyê li Rêveberiya Xweser a PYDê digrin û dibêjin, ew rêveberî rê nade part û hêzên Kurdan, ku Pêşmergeyên Roj yên ku welatên cîhanê îtîrafê bi wan dikin û bi hêzên navdewletî re şer dikin, ku vegerin Rojavayê Kurdistanê û bi wan re şerê dijmin bikin.Tevî wê helwesta PYDê lê hêj gilî jî dike ku hêzên Amerîka ji Sûriyê vekşin.

Navçeya Aram û rola Kurdan

Piştî derketina mijara Navçeya Aram, niha ew mijar bûye rojeva hemû cîhanê bi giştî û Sûriyê bi taybetî. Serkirdeyên Sûriyê dibêjin heta niha ew nizanin dê şêwazê wê navçeyê çawa be.

Kurd wek pêşniyareke pêşwext yek nerîna wan heye û serkirdeyên Kurd ji malpera PDK.info re dibêjin, divê Navçeya Aram di bin çavdêriya navdewletî de be û ENKSê jî ragihandiye ku divê Pêşmergeyên Roj tê de beşdar bin.

Çareseriya siyasî yan leşkerî?

Endamê Îtîlafa Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Şelal Gedo dibêje, PYD ji piştî sala 2011 û heta niha ligel çareserî û xebata leşkerî ye ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê, lê heta niha Kurd li wir bêdestkeft mane.

Gedo ji malpera KDP.info re ragihand: “ENKS ligel wê yekê ye ku pirsa Kurd li Sûriyê bi siyasî çareser bibe, ji ber ku çareserkirina kirîza Sûriyê ne li Sûriyê ye, lê belê li cem welatên mezin e.”

Serok Barzanî ji pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê dilgiran e

Di vê dema dawî de, her ku Serok Barzanî ligel berpirsên welatan dicive, dibêje: “Di nava guhertinên ku li Sûriyê çêdibin, ez ji ber pêşeroja gelê Kurd li wî welatê dilgiran im.”

Îro Dûşema 25.2.2019, Serok Barzanî ligel Balyozê Rûsya li Iraqê Maksim Maksimov civiya û di wê hevdîtinê de rewşa Sûriyê de axivîn û Serok Barzanî dilgiranî derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê nîşan da û daxwaz ji Rûsya kir rola xwe bibîne di bidawîhatina êş û azarên gelê Kurd li Sûriyê.

Herwiha îro Serok Barzanî û Serokê berê yê Fransa François Hollande jî civiyan û di wê civînê de jî Serok Barzanî got ku pêwîst e gelê Kurd li Sûriyê parastî be.

Mesrûr Barzanî daxwaza parastina maf û asayişa gelê Kurd li Sûriyê dike

Ji aliyê xwe ve, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di vê dema dawî de di her civînekê de ligel berpirsên welatan de daxwaz dike ku mafên gelê Kurd li Sûriyê parastî bin.

Mesrûr Barzanî beriya çend rojan di Kongreya Munich a Aştiyê de beşdar bû û li wir her ku ligel berpirsekî welatan diciviya daxwaza parastina mafê gelê Kurd li Sûriyê dikir.

Îro Mesrûr Barzanî û Balyozê Rûsya li Iraqê Maksim Maksimov civiyan û di wê hevdîtinê de derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê tekezî li ser çareseriya siyasî kir û ragihand ku pêwîst e di gotûbêjên çareserkirina kirîza Sûriyê de garentiya maf û asayişa gelê Kurd li Sûriyê bê kirin.

Nerîna min :