Cîhan

Piştî lûtkeya rêberan

 

Duh, bi mijara xistna balafira Tirkiyê, rêberên partiyên Tirkiyê yên di meclîsê de, li ser daweta Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, yek bi yek li Jîngeha Serokwezaretiyê bi Erdogan re hatine ba hev. 

Hevdîtina yekem, bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re hat kirin. Erdogan û Kiliçdaroglu, saet di 14.00 an de hatine cem hev û qasî saetekê mijar niqaş kirin. Piştî hevdîtinê Kemal Kiliçdaroglu daxuyanî dan çapemeniyê. Kiliçdaroglu di derbarê bûyer û hevdîtinê de wiha got, “bi me re agahiyeke nû nehate parvekirin. berî vê bûyerê, di ti qonaxan de em tinebûn, hikumet niha dixwaze ku me jî di vê mijarê de bike hevkar.”  

Serokwezîr Erdogan, hevdîtina duyem bi Serokê MHPê Devlet Bahçeli re pêk anî. Bi Bahçeli re hevdîtin, saet di 16.00a n de destpêkir.  Hevdîtinê 45 deqa ajot. Di hevdîtinê de leşkeran agahî dane heyeta MHPê. Bahçelî, bi Erdogan re gotiye ku, “bi baldar bin. Ku we pêşi û ğaşiya bûyerê û hurgiliyên teknîkî lekolîn kirin şûnda gava biavêjin. Di vê astê de, bi îtîdal tevbigerin.”

Li lûtkeya rêberan de, hevdîtina dawîn bi Hevserokên BDPê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak re hat lidarxistin. Hevdîtin saet di 18.00 an de destpêkir û saetek û 10 deqa ajot. Piştî hevdîtinê Selahattin Demirtaş daxuyand, “pêwiste hikumet, siyaseta xwe a dimeşîne divê biguherîne. Me anî ziman ku, em mudaxeleyeke leşkerî nepejirînin.”

Ji aliyê Navenda Çapemeniya serokwezaretiyê ve, resmên ku di hevdîtinan de hatibûn kişandin, ji çapemeniyê re hatine serwîs kirin. Di ev resman de, 2 hurgilî hebûn. Yek; Di resmên hevdîtinê, ên bi Kemal Kiliçdaroglu û Bahçeli de, 2. Serfermandarê Giştî Hulusî Akar û wezîrê Karêderve Ahmet Davutoglu cih girtin, lê di hevdîtina bi Hevserokên BDPê re wana cih negirt. Du; Dîsa, di resmên hevdîtinên bi CHP û MHPê  re Erdogan dema bi destên rêberan digre hate serwis kirin, lê di resmên bi heyeta BDPê re ev jî tinebû.   

 

Back to top button