Polîtîk

Piştî hilbijartinan divê partiyên Kurdistanî ji bo Herêma Kurdistanê bi hev re kar bikin

Alîkarê Serokwezîr Kubad Talebanî diyar kir ku Kurd bi awayekî berfireh beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehên navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bûne û got: “Tevî ku nakokî di navbera wan de hebin jî, divê partiyên Kurdistanî piştî hilbijartinan ji bo navçeyên Kurdistanî kar bikin”.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kubad Talabanî, di bultena taybet a hilbijartinan de ji Rûdawê re axivî û ragihand ku wî ligel dengdêrên navçeyên Xaneqîn û Kelarê hilbijartinan şopandiye û got: “Wêneyê ku min heta niha dîtiye bi rastî jî hêvîdar e. Bi baweriya min xelkê metirsî fêm kiriye, dizane ku ev hilbijartin ji bo bihêzkirina pêgeha Kurdistanê girîng û hestiyar in”.

Talabanî herweha got: “Emê vê qonaxê derbas bikin û serketinê bi dest bixin. Li Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanê wê Kurd dîsa di rêveberiya herêmî de bibin xwedî gotin”.

Li ser helwesta piştî hilbijartinê û hevkariya partiyên Kurdistanê jî Talabanî got: “Tevî ku di navbera wan de nakokî hebin jî, divê partiyên Kurdistanî piştî hilbijartinê ji bo herêmên Kurdistanê bi hev re kar bikin. Di vê pêvajoyê de tu kes ji me nikare bê hestiyar tevbigere. Ger Kurd li van herêman bi hêz bin, wê li Bexdayê jî bi hêz bin”.

Back to top button