Cîhan

Ji 7ê Cotmehê û vir ve 97 rojnameger hatin kujtin

Hikûmeta li Xeta Xezzeyê daxuyand ku ji 7ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de hejmara rojnamegerên kujtî derket 97an.

Ofîsa Çapemeniya hikûmeta li Xezzeyê di derbarê mijara kujtina rojnamegeran de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku herî dawî di êrîşên artêşa Îsraîlê de rojnameger Ebdullah Alwan hatiye kujtin.

Hat diyarkirin ku ji 7ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîl yên li dijî Xezzeyê de hejmara rojnamegerên hajtî derketiye 97an.

Di daxuyaniya berê ya Ofîsa Çapemeniyê da hatibû destnîşankirin ku Îsraîl rojnamegerên li Xezzeyê ji qazî ve dikuje da ku nûçeyên li ser Filistînê asteng bike, rastiyan veşêre, nehêle nûçe û zanyarî bigihîjin raya giştî ya herêmî û navnetewî.

Back to top button