Cîhan

Piştî gazindeyan Almaniya alîkariya penaberan dike

Piştî serdana wezîrê aborî û geşepêdanê yê hikûmeta Almaniyayê bo herêma Kurdistanê û serdana kampa penaberên surî û kampa Dumîz li wîlayeta Duhokê, duhî Berîta Wagner safîra Alamniyayê li Îraqê, li bajarê Hewlêrê, digel Felah Mistefa berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta Kurdistanê di hevdîtinekê de behsa zêdetir xurtkirin û berfirehkirina peywendiyan di navbera her du aliyan de û mekanîzma alîkarêkirina penaberên surî li herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de ku, sefîr Borîs Roge berprisê beşa Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn li wezareta derve ya Almaniyayê û Suham Cebelî alîkara berpirsê peywendiyên derve amade bûn, Felah Msitefa behsa rewşa penaberên surî li herêma Kurdistanê û ew hevkarî û alîkariya hikûmeta Kurdistanê pêşkeş dike kir.

Sefîra Almaniyayê behsa encamên serdana wezîrê aborî û geşepêdanê yê hikûmta almaniyayî bo herêma Kurdistanê kir û wê ew serdan bi serdanke serketî wesif kir. Wê got ku, hikûmeta Almaniyayê dê 15 milyon Euro ji bo alîkarîkirina penaberên surî yên li herêma Kurdistanî bi rêxistinên  WFP û UNICEF bide.

Mistefa ev insiyatîva hikûmeta Almaniyayê bilind nirxand û got ku, dê ev pêngava almaniyayê civaka navdewletî teşwîq bike ku, bi awayekî cidîtir alîkariya penaberên surî yên li herêma Kurdistanê bikin:

– Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona bidestveanîna zêdetir alîkariyan bo penaberên surî  xebatên xwe çir dike. Hikûmeta Kurdistanê nûha du kampên din li Hewlêr û Silêmaniyê bo penaberên surî ava dike, ji ber ku, hijmara penaberên surî li herêma Kurdistanê roj bo rojê ber bi zêdebûnê diçe.

Back to top button