Cîhan

Piştî du salan şer li Şerîda Xezzeyê..!

Piştî du salan şer li Şerîda Xezzeyê, Hamas hîn jî heye, şerîdê kontrol dike û rehînên Îsraîlî digire. Eyal Ofer, pisporê aboriya Hamasê, roja Yekşemê di bernameya 103Fm de li ser bandorên şer li ser rewşa rêxistina Hamasê axivî.

Ofer got ku Îsraîl di qada navneteweyî de ji bo şerê xwe yê dawî bedelên pir zêde dide, û îdia kir ku “eger me nehiştiba ev 800,000 kes vegerin Şerîda Xezzeyê, dî emê rewşek baştir de bûna.

Ofer her wiha li ser îhtîmala qebûlkirina pêşniyarek ji bo bidawîkirina şer ji aliyê Hamasê ve jî nîqaş kir. “Ev ji bo Hamasê tiştê herî girîng e. Ez xwe li ser agahdariya vekirî ji tiştên ku li ser kanalên Xezzeyê xuya dibin dispêrim,” Li gorî raporên wan, Îsraîl du deverên sereke bombebaran dike: yek li bakurê rojavayê bajêr li kampa penaberan a Şatî ye, û ya din jî li başûrê rojhilatê bajêr li kampa Sabra ye.”

Wî got ku balkêş e ku di 24 demjimêrên dawî de, raporan diyar kirin ku du eşîran ji Îsraîlê pêşniyar wergirtine ku bibin wergirên alîkariya mirovî, mîna Ebû Şebab, serokê Hêzên Gel, komeke çekdar a dijî Hemasê ku li Xezeyê dixebite.

Li gorî çavkaniyên Xezeyê, eşîran pêşniyar red kirin û daxuyanî weşandin ku ew bi Hemasê re ne.

Back to top button