Civak

Piştî Cizîrê Hezex e

Operasyon li Cizirê dawi bûn. Lê hêja şev derketina derve li hinek taxa qedexeye. Herweha bîrînên li Cizîrê bi salan nayên derman kirin.Niha jî dora Hezex e. Wek tê zanîn li Hezex jî xweserî hatiye ragihandin û xendek hatine kolandin.Niha piştî Cizîrê dê operasyon li Hezex bêne kirin. Berpirsên dewletê bi awayek fermî vê yekê dibêjin.Li ser vê yekê Hezex vale bûye. Ji % 90 rûniştvanên Hezex ji niha ve terka malên xwe kirine û çûne deverên din. Ji xwe eve demeke dewletê Mamusta dayine aliyekê û dibistan girtîne. Çûyîn û hatina Hezex di bin kontrola dewletê de ye.Di vê derbarê de endamê Partiya Herêmên Demokratîk(PHD) hevserokê bajarvaniya Hezex Mehdî Aslan dibêje ku, Niha ji nîvê bajêr zehftir xendek hatine kolan û barikat hatine danîn.Hêjmara rûniştvanên bajêr 26.500 kesin. Lê niha 2000 kes jî li vê navçeya Hezex nemane. Vî agirî bandora xwe li ser nefsiya hemwelatiyen kiriye.Psîkolojiya xelkê xirabûye.Hevseroka din a Bajarvaniya Hezex Nevin Girasun jî dibêje: Esker û polis jî ji kîsme diçin sivîl jî û yên li çîya jî ji kîsê me diçin Her canê jiyana xwe ji dest dide parçeyek ji meye. Em naxwazin kesek werê kuştin.

Back to top button