Kultur

Piştî 95 salan li Dêra Ax Tamara ayîn

Piştî 95 salan ji bo ayînê yekem ji hemî dinyayê bi hazaran Ermenî hatin bajarê Wanê.

Li Dêra Ax Tamarayê  piştî 95 salan ayînekî yekem tê kirin . Nêzîkî 3 hezar Ermenî li girava Ax Tamarayê de kom bûn.

Civata Ermenî serê sibehî seat  07:30 ê de li navçeya Wanê Gevaş amade bûn . Di nava civata Ermeniyan de Serokê Meclîsa Ruhani ya Patrîkxaneya Ermenî Kêşe Tatul Anuşyan jî heye.

Civat piştî sefera kêştiyê 20 deqayî gihîştin girava Ax Tamara.

Ayîn seat 11:00ê de destpêkir. Ayîn ji aliyê Vekîla Giştî ya Meclîsa Ruhaniyê Patrîka Tirkiyeyê Aram Ateşyan hate organîzekirin.

Li ayînê nêzîkî 200 endamên çapemenîyê dinya jî amade bûn.

Ayîn bi pêşniyara Waliyê Wan û bi destûra Wezîrê Çand û Turîzm Ertugrul Gunayê re hate lidarxistin.

Dêra Ax Tamara di navbera salên 915 û 921 ê de hate çêkirin. Pişt re weka manastir hatiye bikaranîn. Dêra Ax Tamara piştî komkujiya Ermeniyan heta niha hatîbû girtin lê ji sala 2007 û vir ve weka muzeyek abîde ji bo tûristan hatîbû vekirin.

Back to top button