Dosya

Kujerê hucreyên penceşêhrê

Hulûkareş riwakek (nebat) daran e ji malbata gulan tê hesibandin. Bejna wê 4- 10 mitroyan bilind dibe, lewre carnan wek hejan û carnan jî wek daran xuya dike. Belgên wê kesk, bi dûxik û rimane, kulîlkên wê spî û şeşpelî ne. Ew kulîlk diweşe û cihê xwe ji bo pişkokek kesk dihêle. Ew bişkok dibe fêqîyek, berê hinekî sorûmor û paşê jî dibe şînek tarî û reş wek hêkan. Hulûreş fêqîyek bi avî û bi goşt e. Çermê fêqî bi rengek wek ewran dorpêçkirî ye. Di nava wê fêqîyê de dindikek hişk heye û di nava dindik de jî kakilek, lê ew kakil tahl e û nayê xwarin. Gellek Cûre û rengên hulûreşkan hene. Lê yên herî bi qîmet yên ku goşt ji qaşil vedibin in. Ji ber ku Ewropî wan zêde dixwin û dikin ser kekan û pastan, jêre cûreyê “Ewropî” jî tê gotin. Bi Tirkî ji hulûreş re dibêjin “kara erîk” (Tirk ji alûcan re jî erîk dibêjin) û bi Almanî jî “ zwetschgê” an jî” schwarze flaûme” tê gotin. Ji hulûreşkê paste, qeşaşîr, dermanên xweristî û rêçal tên çêkirin.

Welat û dîrok: Welatê hulûreşkê Mezopotamya, Qafqasya û Şam e . Ji wan deveran di dema şer û tacirîyan de belavî welatên din bûye. Lê hinek bispor jî dibêjin “welatê hinek cûreyan Ewropa û Asya ye. Dîroka wê baş nayê zanîn. Lê li deverên ku di qedîm de lê çêdibûn ji bo derman (xasma li hember qebizbûnê)  û wek fêqî dihat bikaranîn.

Berhevkirin: Di dema fêqîya wê digehe de tê berhevkirin û hişkkirin û ji bo xweşavan tê hilanîn. An hêjta tereter wek fêqî tê xwarin, anjî ji bo nan, paste û kekan tê xebitandin.

INCAS_287522081.jpg

Têdahîyên hulûreşê: Cûreyên antîoksîdanan, posa, paxir, born, lîf, cûreyên fîtonutrîentan, cûreyên polifenolan, magnezyûm, fosfor,  hesin, potasyûm, karbonhîdrat,  selîloz, proteîn, asîdên organîk, vîtamîn A, B, C, beta karoten û hwd.

Bikêrhatîyên hulûreşê :  1- Destavê diqulipîne û bedenê rehet dike. 2- Jîy û rehan bi hêz dike. 3- Ji bo peçivîn (werimîn) ên mêlak (cergê reş/kezeb) ê gellek bi kêrhatî ye. 4- Qebizê ji holê radike û li hember bêxewîyê pir baş e. 5- Li hember bawîbûn û kişilgirtinên movikan zehf baş e. 6- Li hember radîqalên serbest şervanekî jêhatî ye. 7- Hêz û enerjî dide bedenê û pîr (kal) bûnê bi direngî dixe. 8- Westîyana beden û zêhn hiltîne. 9- Îştahê vedike û hezmê hêsan dike. 10- Tevgêra xwînê dilezîne, maddeyên xusardar ji bedenê tavêje. 11- Dil diparêze û hwd.   

Gotinên bisporan di derbarê hulûreşê de : Prof. Dr ê Fakûlta Tib a Unîversîta  Stenbûlê yê navenda Onkolojî Erkan Topuz, sê rengên reş li hember nexweşîya  penceşêhrê  pêşnîyar dike. 1- Hulûyên reş ên hişkkirî (eşbabî). 2-Tirîyê reş ê hişkkirî (mewrîj- mewîj). 3- Qeysîyên reş ên hişkkirî (eşbabî) .

Lêkolînên Unîversîta Tofts li Boston nîşan daye ku hulûreşê pêvajoya pîrbûnê bi direngî xistiye. Atîoksîdana di hulûyên reş de du caran ji ya tirîyê reş zêdetir e. Hulûreş antîoksîdana di xwînê de  % 25 zêdetir dike. Hulûreş vê vatinîyê (wezîfê) bi antîoksîdana “ fîtonutrîent û ponîfenolên” a di hindirê xwe de pêk tîne. Heke mirov di rojê de du heban bi qaşil ve bixwe, wê rûyê mirov xweşik bibe. Ji ber ku qaşilê hulûkê ji alîyê “fîtonutrient”an de gellek dewlemend e.

Li gor lêkolînên  laboratuarên Unîversîteya Herzeromê ya ku ji alîyê du xwendevanan “Hamza Ekmen Nazli û Saît Adem Aslan”  ve mehekê  hatibûn kirin, peyitandine (tesbît kirine)  ku rêçal, xweşav û fêqîya hulûyê reş  hucreyên ku dibin sedema  penceşêhran ji holê hiltîne.

Bikaranîn: Hulûreş jî wek qeysî, xox, sûv û fêqîyên din paste, xweşav, rêçal pestîh û wekî din jê tên çêkirin.

 

Bavê Jîndar

(Lotikxane)
Back to top button