Polîtîk

Li Agirî pevçûn : 5 gundî ji aliyê Cerdewanekî hatin kuştin

Li Gundê Agirî Otlubayirê di navbera muxtar Vehbî Aksoy û xizmê wî yê cerdewan Nîhat Aslanê de gengeşîyek derket û pişt re xizmên din jî ketina navbera wan û di dawiyê de cerdewanê gund Nîhat Aksoy li ser muxtar û xizmên xwe re bi keleşê gullê barand.

Di bûyerê de Muxtar Vehbî Aksoy,kurê wî Ozan Aksoy Û braziyên wî Bahît Aksoy , Sînan Aksoy û Serkan Aksoy di cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer îro bi danê nivro seat 12:00ê de Li gundê Agirê Otlubayirê de qewimiyê. Di navbera muxtar Vehbî Aksoy û xizmê wî yê Cerdewan Nîhat Aslanê de  li ser mijarek aloziyek hebû. Îro  li qada gund rastîhev hatin û dîsa destpê gengeşiyê kirin. Piştî gengeşiyê 5 kes êrîşî birin ser
Cerdewanê Gund Nîhat Aslan, li ser vê yekê Nîhat Aslan ( Cerdewan ) gullê barand ser xizmên xwe û ji  gulleyên keleşê her 5 kes jî jiyana xwe ji dest dan.

Piştî bûyerê cerdewanê gund Nîhat Aslan digel keleşê xwe teslîmî cendirme bû.

Back to top button