Polîtîk

Piştevanîkirina pêvajoya çareseriyê

 Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li Leyla Zana parlamentera serbixweya bajarê Amedê û Sirî Sureya Onder parlamenterê HDPê yê Stenbulê kir û di civînekê de behsa pêvajoya aşitiyê kir.

Di civênê de pêşhatên dawiyê yên pirosesa aşitiyê li Tirkiyeyê û ew pêngavên qanûnî yên di warê çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê de hatîne avêtin hatin nirxandin û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ew pêngavên qanûnî ji bona çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê bi awayekî aşitî û siyasî bi karekî giring wesif kir û piştevaniya xwe û hikûmeta herêma Kurdistanê bo pêşdebirina pêvajoya aşitiyê û danana çarçoveyekî qanûnî bo wê pêvajoyê nîşan da.

Leya Zana û Sirî Sureya Onder ku, vê dawiyê li girava Îmraliyê serdana Ebdula Ocelan kir bû,  li heber kar û xebatên serokwezîr yên di warê destpêkirin û berdewamiya serketina pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê,  silav û rêzên Ocelan bi Nêçîrvan Barzanî gihandin û daxwaz jê kir ku, weke hertim di piştevaniya pêvajoya aşitiyê û çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê berdewam be.

Back to top button