Polîtîk

Patrikê Kildaniyan spasiya xelkê Kurdistanê kir

Îro çarşem 23.07.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Patrîk Luîs Rofayîlî Yekem Sako Patrîkê Kildanî li Iraq û cîhanê û şandekî li gel kir ku ji hejmarek Metran û zilamên ola Mesîhî yên Kurdistan û Iraqê pêkhatibû.

Li civînê de Patrîk Luîs Rofayîlî Yekem Sako Patrîkê Kildanî li Iraq û cîhanê ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û ji bo pêşwazî û hewandina Mesîhiyên Nînowa û Iraqê û her wiha hevkarîkirin û parastina wan ya ji tehdîda terorîstan spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Patrîkê Kildanî li Iraq û cîhanê gumana xwe jî beranber rûdawên Musilê û her wiha ew tehdîd û cûdakariya li ser bingeha ol û bi navê Îslamê li dijî Mesîhiyan tê kirin nîşanda û balkişand li ser wê yekê ku ewê niha li holê daye pêşketina kultûra înkarî beranber û şêwandina sîmaya îslame û ragihand ku derxistin û têkdana Dêr û Kiliseyan û dîrok û ola Mesîhiyên li Nînowa hebûna Mesîhiyên li vê navçeyê kiriye armanc. Li dirêjahiya axaftina xwe de Patrîkê Kildanî li Iraq û cîhanê tekez li wê yekê kir ku pêwîste dîroka Mesîhiyan û mayîna Mesîhiyan bê parastin û bi awayeke serdemiyane ji bo yek alîkirina giriftên Iraqê bê peydakirin û daxwaz jî kir ku ji bo çareserkirina giriftên koçber û penaberên Mesîhiyan li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemahengî û duvdaçûnên hevbeş hebê.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û di derbarê derxistina xuşk û birayên Mesîhî ji deşta Nînowa wan hewlan bi tundî şermezar kir ku li dijî Mesîhiyan ji aliyê terorîstan ve têne encamdan û ragihand ku ev rûdaw tenê ne tehdîde li ser Mesîhiyan belku tehdîde li ser hemû pêkhatên Iraqê û navçeyê û cîhanê û dijî hemû prensîpên olî û miroviyan û dijî jiyane û li wê demê de neku tenê Dêr û Kilîse belku goristan û cihên pîrozên Misilmanan jî ketine ber êrîşa terorîstan ve. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de şanda mîhvanan dilniya kir ku Herêma Kurdistanê hemû hewlekî didin ku yarmetîdana penaberan û koçberan bikin û Kurdistan jî welatê me hemûyane û dergeh ji bo lêqewimiyan vekiriye û ragihand ku gelek baş ji kêşe û giriftên xuşk û birayên Mesîhiyan têdigihe û pêwîste em hemû welatê xwe biparêzîn û got: “Yan em hemû pêkve dimrîn yan pêkve bi azadî û serbilindî dijîn”. Serok Barzanî daxwaz ji xuşk û birayên Mesîhiyan kir ku xweragir bin û bîra koçkirina derveya welat nekin û wê yekê xisterû ku dijayetîkirina teror û nehiştina tundrewî hewlekî hemû aliyan û navdewletî pêwîste û Herêma Kurdistanê jî bi hemû şiyanek ve rûbirûyê terorîstan dibê û bergiriyê li ax û jiyana hemwelatiyan dike.

Back to top button