Pirtûkek nû ya Z.Zinar derket
PIRTÛKA SERHILDANA EŞÎRA JÊLÎ DERKET
Nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar, di van rojan de pênc pirtûk bi carekê dane weşandin.
Pirtûkên hatine weşandin ev in li jêrê:
1- 1929 Serhildana Eşîra Jêlî.
2- Konfederalîzm û Xweseriya Demokratîk.
3- Serpêhatiya Îsa Pêxember.
4- Yûsuf û Zuleyxa.
5- Gotinên Watedar.
PIRTÛKA SERHILDANÊ
Ev pirtûk, li ser Serhildana Eşîra Jêlîyê bi lêkolîneke dirêj hatiye nivîsandin.
Bêguman gelek serhildanên Neteweyê Kurd hebûne ku di pêvajoya mêjû de hatine nixumandin. Ha yek ji wan jî Serhildana Eşîra Jêliyê ye ku bi serokatiya Resûl Axa di Gulana 1929an de dest pê bûye û di Tebaxa eynî salê de jî hatiye rûxandin.
85 sal piştî Serhildanê, nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar li gundên herêma Serhildanê û yên têkildarê pê ve geriyaye, bi hin kalemêran re xeberdaye ku ew niha di temenê xwe yê 95, 100, 110 û 115 salan de ne. Nivîskarî behs kiriye ku wî hin agahdarî ji çend kesên ji Malbata Resûl Axa jî. Dema Serhildanê, çendî ku hin ji wan kesan zarûk û xortik bûne, lê pirî behsa Serhildanê û ya koçbertiya malbata Resûl Axa li ba wan hatiye gotin, gelek tişt di hişê wan de maye.
Li gor agahdariya nivîskarî dema lêkolînê ew deng û belgeyên ku hatine bidestxistin û wêneyên ku hatine wergirtin, li Stockholmê di arşîvên saxlem de têne parastin.
Nivîskarî ji bo vê Serhildanê çûye Arşîva Dewletê jî ku bi navê ”Başbakanlik Arşîvî”yê binavkirî ye, lê çendî ku hin belge li ser Serhildana Resûl Axa dîtine jî, lê belê hemû bi zimanekî pir xirab û dûrê ji rastiyê hatibûne nivîsandin.
Nivîskarî agahdarî daye ku wî nivîseke Mir Celadet Eli Bedirx jî, digel hin belgeyê Sererkaniya Giştî ya Tirkiyê, hin belgeyên Frensiyan, hin belgeyên kurdî yên li ser Şoreşa Xoybûnê û hin çavkaniyên çapemeniya Tirkiyê jî di pirtûkê de hatine weşandin.
Pirtûk 336 rûpel û 13 beş in. Her beşek bi jimarekê hatiye destnîşankirin. Îcar li dawiya pirtûkê lîsteya ÇAVKANÎyan jî heye û ew jî bi jimaran hatiye lihevrastkirin. Di nava pirtûkê de jimarên gir weke 1 heta 13 ku hene, eynî jimar li dawiyê jî hene û navê her kesê ku agahdarî daye li binê jimara xwe hatiye nivîsandin.
Nivîskarî gotiye ku “Dema em behsa Serhildana Resûl Axa dikin, divê em lehengtiya birayê wî Egîd Axa jî ji ber çavên xwendekaran dûr nexin ku heta niha jî navê wî li nava Kurdan bûye nîşana lehengtî û fêrisiya rojên giran…”
NAVNÎŞAND:
Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî
Stockhol/SWEDEN
E-mail: [email protected]