Polîtîk

Kurdistan ji bo mesîhiyan bûye penagehekî aram

Îro yekşem 07.09.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Qedaseta Patriyak Mar Denxayê Çarem Serokê Kinîseya Rojhilata Aşûrî kir ku bi Serokayetiya Metran Mar Milîs Ziya serdana Kurdistanê kiribûn.

Li hevdîtinê de Serokê şandê spas û pêzanînên Serokê Kinîseya Rojhilata Aşûrî li Cîhanê bi Serok Barzanî ragihand û ji bo wan hewlên Herêma Kurdistanê ji bo parastin û hewandina koçber û penaberan encam daye û spasî vekirin û dilfirehiya xelkê Kurdistanê jî kir û balkişand li ser wê yekê ku çarenûsa hemû pêkhatên Kurdistanê hevbeşe û cihê şanaziye Kurdistan ji bo mesîhiyan û peyrewên ol û olên dinê Iraqê bûye penagehekî aram. Serokê şanda Serokê Kinîseya Rojhilata Aşûrî li Cîhanê eve jî dûpat kir ku li şerkirina dijî terorîstan û yarmetîdana koçberan de pêwîste welatên cîhanê hevkar û palpiştiya Herêma Kurdistanê bin. Serokê şanda Serokê Kinîseya Rojhilata Aşûrî li Cîhanê, li derbasbûna wan şer û karesatên li ser Kurdistanê da hatiye sepandin hêviya serkeftinê ji bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê xwest.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ji bilî balkişandina li ser peywendiya dîrokiya di navbera pêkhatên Kurdistanê tekez li wê yekê kir ku Kurdistan nîştîmanê me hemûyane û pêwîste hemû aliyek têda bi azadî û serbilindî bijîn. Serok Barzanî eve jî xisterû ku li gel ewe da nîne ku xelk welatê xwe bi cîh bihêlin ji ber ku ev rewş demkiye û derbas dibe û teror û terorîst jî tu paşaroj û pêgeha wan li vî welatî da nabê û şikest û paşvekêşiya wan bi rûnî û zelalî derketiye holê. Serok Barzanî tekez li wê yekê jî kir ku paşarojeke rûn li ber xelkê Kurdistane û ev paşaroj ji niha û pêşerojê gelek baştir dibê. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî geşbîniya xwe bi wê yekê jî nîşanda ku ev rewş li berjewendiya gelê Kurdistanê bi dawî dibe ji ber ku Kurdistan li ser rêyekî raste û gelê me xwedî dozekî rewa û diruste.

Back to top button