Ev pirtûka helbestan li girtîgeha Erzeromê ji aliyê Felit TILTAY ve li ser rewşa jiyana koçeran hatiye nivîsandin.
Felit di sala 1946an de li gundê Elicana girêdayê bi bajarê Îdirê ve ji dayik bûye
Felit dema hatiye girtin di 1993an de, bi sezayê îdamê, piştre jî bi yê hertimî hatiye cezakirin, bîst sal li girtîgeha Erzeromê piştre jî li girtîgeha Kirikkaleyê jiyana xwe didomîne.
Helbestvan Felit di sala 1994an da dest bi nivîsandina vê berhema helbestan kiriye û sala 1998an qediyaye û bi nihênî hinartiye derva.
Pirtûk li Parîsê di lêkolîneke Zeynelabidîn Zinar de hatiye dîtin.
Helbestên pirtûkê pir balkêş in û hêjayê xwendin û lêkolînan in. Lewra helbestvnî di hemû mehên salê de rewşa jiyana koçeran û gelek babetên cuda ji toreya kurdî, nivîsîne.
Di vê pirtûka bi kêş û qafiye de, 16 sernav û 430 malikên çarîne hene.
Pirtûk li Swêdê li aliyê weşanxaneya PENCÎNARê ve hatiye weşand.
Em wek Rojeva Kurd berî her tiştî helbestvanê hêja Felit pîroz dikin, jê re leşsaxî dixwazin, bi hêviya ku zûtirîn dem bigîje azadiya xwe…
Rojeva Kurd/Stockholm