Pirtûka Bolton li hefteyek da 780.000 dane firoştiye
Dibe ku gelek nivîskar ku yek hefteyek da dehan hezar pirtûkên xwe bifroşin xwe bi bextewer bizanin, lê belê pirtûka Jhon Bolton ku di derbarê Trump ve nivîsiye û berê rêgiriyeke zêde li belavbûna wê hate kirin, tenê li hefteyê da zêdetirê 780 hezar dane firoştiye.
Pirtûka Bolton Şêwirmendê berê yê Asayîşa Niştimaniya Amerîka ku vê navê wê “Ew odeya ku tişt têda rûdan”e û behsa rûdan û helwestên du salên Donald Trump Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka kiriye, li gor amarên fermî bûye pir firoştirîn pirtûk li du salên derbasbûyî de û li yek hefteyê da zêdetirê 780 hezar dane firoştiye.
Sîmon û Shuster ku kompanya çap û belavkirina pirtûkê ye amarên firoştinê ragihandiye, ew amara firoştinê li rêya elektronî, pirtûka çapkirî û daxwazê wan kesan jî hejmarkiriye ku daxwaza pirtûkê kirine.