Cinayetên Sîyasî û berpirsîyarîya Rewşenbîrîyê

“Ev hevpeyvîn di rojnameya Basnewsê de hatîye weşandin lê li ser internetê nemaye bi rêya Kek Hûsên Duzen gihate destê me û em dûcare diweşînin.” Rojevakurd

Husên Duzen (BasNews): Jan Dost, romannivîsekî nas e. Gelek caran bi dengekî bilind li dijî binpêkirina mafên mirovan li Rojava derketiye pêş. Piştî 4 romanên bi kurdî ku ji wan hat hezkirin, berî bi çendekî romaneke wî li Dubay bi erebî derçû. Em li ser sedemên bi erebî nivîsandina wî û bêdengiya rewşenbîran di demên ku divê biaxivin de bi Jan Dost re axivîn.

H. Duzen: Jan, nav te û jiyana li welatê xerîbiyê çawa ye; ez dizanim ku nav we ne ewqas xweş bû, gelo rewşa dawî çi ye?

J. Dost: Xerîbiya min bêtir haletekî rûhî ye, ez li welêt jî di xurbetê de bûm. Niha bûye duqatî, xerîbiya cografî û ya derûnî. Ez û vî welatî, Almanya qet bi hev nakevin. Ez ҫavên xwe li devereke din digerînim, warekî ku bikaribe bibe palgeh ji serê min ê westiyayî re.

H. Duzen: Di kurdî de têgehek heye ku gelek caran pê sûnd jî tê xwarin: Soz û Peyman. Gelo giringiya sozdanê di hemû zimanan de heye, an di kurdî de xwedî cîhekî taybet e ku pê sûnd jî dixwîn?

J. Dost: Bi texmîna min di kurdî de jî, di piraniya zimanên rojhilatî de jî heye. Ev vedigere serdemên feodaliyê, serdemên “mêre berê” ku mirov bi peyvan ve dihate girêdan bêtir ji peymanên li ser kaxezan. M. Mehmûdê Bayezîdî di pirtûka xwe Adetên Kurdan de dibêje ku kurmanc guh li peymanên kaxezî nakin, ku sozekî didin xelas, ew e. 

H. Duzen: Di zimanê siyasî yê tevgera kurd de peyva “îxanetê” cîhekî navendî digre; gelek caran kesek an komek ji bo raqîbê xwe ji nav lingên xwe derxe, wek alaveke şer pêdivî bi vê peyvê dibîne. Tu karî çi bibêjî?

J. Dost: A herî rihet ew e. Yekî bike xayin, qediya te “deriyê wî girt”. Ji ber ku piraniya civakê bêsewad e, mejî û mentiqê bikarnayine, loma jî hêzên bi tesîr di civakê de wek partî û saziyên din dikarin zû yekî bidin aliyekî; kî ne li gor dil û fikrên wan be wî wek xayin îlan dikin, xelk nikarin analîzan bikin, dema li ekranê TV temaşe dikin ku tê de filankes xayin îlan bûye zû bawer dikin. Bi baweriya min ha tu yekî gawir bi nav bikî, ha xayin, wek hev e. Li vir ferqa hêzên ҫepgir, qaşo şoreşger û hêzên tundrew û tarîbîrên islamîst nîne, eynî hişmendiyê.

H. Duzen: Ger ez ne şaş bim, min ji Bertolt Brecht xwendibû ku pêwendiya soz û xiyanetê bi hev re ji qasî em texmîn dikin bêtir e. Li gor wî her sozdanek, xiyanetek e, ji ber ku di demek din de ew hoyên ku di wan de soz hatibû dan ji holê radibin û xiyanet pêk tê, ango bicîh neanîna sozê ku hatibû dan.

J. Dost: Ya rasttir her sozek ihtimala ku ixanetê bi xwe re bîne ye. Ez dikarim soz bidim ku dê heta hetayê tenê bi zimanê kurdî binivîsim, lê dibe ku ne heta dawî ezê karibim xwe bi vê sozê girê bidim. Wê demê “îxanet” rêyek e. Belkî tew pêwistiyek be. 

H. Duzen: Tu di nava çend salan de- bêtir bi romanên xwe –ket nav kurmancînivîsên ji rêza yekem. Kurdan eleqeyek mezin dan berhemên te, te jî romanên xweş ji wan re nivîsandin. Ji bo me nivîsandina bi kurdî di van şertên heyî de dana sozekî bû.

J. Dost: Ne ku tenê xwendevanan ew yek wisa pejirandibû. Min bi xwe soz dabû xwe ku dê tenê bi zimanê kurdî wêjeyê biafirînim, min qet texmîn nedikir ku ezê bi zimanekî din helbestan an jî romanan binivîsim. Ji bo min kurdînivîsîn nasname bû. Rêya hebûnê bû û min soz bi xwe re dabû ku dê her li ser vê rêyê bimînim.

H. Duzen: Van rojan romaneke te li Dubay bi erebî derçû, ne wisa?.

J. Dost: Erê, ew yekemîn berhema min a wêjeyî ya bi erebî ye. Min ji kurdî û farisî pirtûk wergerandine erebî, lê min wêje, helbest, ҫîrok bi erebî nenivîsandine. Tevî ku zimanê min ê erebî ji kurdiya min qenctir û ferhenga min î erebî zêde ferehtir û zengîntir e.

H. Duzen: Tu di ku re dighêjî vê encamê? Min ji kesin din jî bihîstiye ku dibêjin zimanê ku ew piştre fêrbûne ji yê zaroktiya wan xurtir e. Dibe ku ji bo xebatên zanistî „zimanê dibistanê“ derfetin bêtir ji „yê malê“ bide, lê ji bo wêjeyê?

J. Dost: Malê min e û ez pê dizanim. Erebî ne zimanekî hindik e, 1400 sal bêtir bûye ku xizmeteke bêpayan ji vî zimanî re dibe. Bi zimanê „malê“ min di 15 saliya xwe de nivîsî, lê yê dibistanê di 10 saliyê de, ez bi kurdî perwerde nebûm. Ewê ku dibêjin zimanê ku piştre fêrbûne ji yê zaroktiya wan xurtir e, rast dibêjin, zimanê zaroktîyê têra wêjeyê nake, perwerdeya bi zimên divê. Eger di mal de û bi dizî ez bi kurdî perwerde nebûma minê nenivîsiya jî! 

H. Duzen: Seyda, bibexişîne. Min li derfetên zimanê zaroktiyê- mebest bêtir zaroktiya berî 5 salî ye-pirsîbû. Wêje bêtir bi hestên mirov re mijûl dibe. Bingehê dunya hestan û pergala derfetên zimên di wan salên destpêkê de tê danîn. Bi min wisa tê ku tu bêtir bahsa zimanê zanistê dikî, zimanê têgehên ku ji mejî dizên. 

J. Dost: Na ne şert e, zimanê wêjeyê jî bi rêya perwerdeyê xurt dibe, li ser bankên dibistanê ku mirov fêrî zimanê xwe bibe, ferhenga mirov ê hîn xurttir û dewlemndtir be. A hesta ez jî dibêjim, mirov di derbirîna hestan de bêtir bi zimanê xwe yê zaroktiyê ve girêdayî ye. Li vir ҫîroka şêxekî hewramiyan tê bîra min, dibêjin ew ku dikete perestgeha xwe destpêkê bi erebî duayên xwe dikirin, paşê dizîvirî farisî, dawiya dawî dest bi duayên xwe ên kurdî(hewramî) dikir û digiriya. Zimanê dayikê, nêzîktirî rûh û giyanê mirov e erê, lê ne şerta ku zêde xurt be.

H. Duzen: Xurtbûn bêtir bi kesa/ê ku ziman bikar tîne ve jî têkildar e. Bêguman li vir em ne tenê bahsa „zimanê zarokan“ û „yê mezinan“ dikin; di bîra me de kurdî erebî heye. Baş e, gelo ji kurdî ber bi erebî ve çûna te, divê em li gor peyvên Brecht î jor fam bikin?

J. Dost: Erê û na. Ew dikare îxaneta bi min bi xwe re be. Lê dema min bi erebî romana xwe nivîsî ez di rewşeke psîkolojîk î zêde xirab re derbas bûm, anku ne bi iradeya min bû ez berê gemiyê bidim peravê zimanê erebî. 

H.Duzen: Nexwe çi bû, sedemê bingehîn ê ku hişt tu bi erebî binivîsî?

J. Dost: Ez nizanim ҫi bû! Lê meseleyê piştî komkujiya Amûdê ya Hizêrana 2013an dest pê kir. Min xwest tiştekî binivîsim lê ez lal bûbûm. Tiştê ku li kolanên Amûdê qewimî ji derbirîna min mezintir bû. Min nikaribû wêneyê du segbanan ku li ser minareya kalkê min li Amûdê bi cih bûbûn û xelk dikuştin fêm bikim û tehemûl bikim. Ez bi rojan li bende ilhamekê mam ku dest pê bikim û tiştekî layiqî xwîna wan bêgunehan binivîsim lê hîҫ bû. Min xwe avêt bextê zimanê erebî. Niha jî piştî ku romana bi erebî derket ez pê dihisim ku eger bi kurdî ba wê ne wisa ba.

H. Duzen: Wê çawa ba?

J. Dost: Wê lawaz ba. Ne lawaz ba jî wê ne di asta eva erebî de ba, mixabin dive yek bi herdu zimanan bizanibe ku wan muqayese bike û bide ber hev û paşê jî hokum bike bê ka îddîayên min rast in an na! Vê ji pêşerojê re bihêle.

H. Duzen: Gelo em bahsa heman romanê dikin?

J. Dost: Her heman roman e, lê tiştê hate serê min di vê romanê de jî ecêb bû; min romana xwe bi teknîka du roman di nava romanekê de dinivîsî, dawî ez pê hisiyam ku herdu jî ji bin kontrola min derdikevin, min ew ji hev veqetandin û her yek ma di halê xwe de. 

H. Duzen: Te got: „Tiştê ku li kolanên Amûdê qewimî ji derbirîna min mezintir bû.“ Gelo tu ê karibî niha bi kurtahî ji me re bibêjî bê havîna par çi qewimî li Amûdê?

J. Dost: Roja pêncşemê, êvara înê, 27ê Hizêrana 2013an ciwanin bajêr derketin kolanan da ku doza serbestberdana sê kesên girtî di zindanên PYDê de, bikin. Meşek aştiyane li dar xistin, lê serbazên kurdîaxêv, gulle barandan û pênc kes kuştin, Nadir XeloSeed SeydaBerzanî Qerno, ku her sê di bin 18 salan re bûn, û her weha Aras BengoŞêxmûs Elî. Roja din sibeha înê du segvan hilkişiyan ser minareya mizgefta kalkê min Mela Ebdulletîf û kesekî ku diçû firinê nan bîne hingaftin û kuştin. Vê bûyerê û bêdengiya nivîskarên Amûdî hiştin ez romanê binivîsim. 

H. Duzen: Û çi nehişt ku tu vê bûyera ku bi destê kurdan li dijî kurdan hatibû kirin bi zimanê kurdan derbirînî?

J. Dost: Ez nizanim! Min pirr hewl da bi kurdî binivîsim, ji xwe qet ne di planê min de bû ev erebî. Di pêşgotina romanê de jî min bahsa wê dijwariya ku ez lê rast hatim kiriye, ez dibêjim bê min çi jan kişand ku bi erebî nenivîsim, ew bi serê xwe gotarek e, belkî ez an kesek wergerîne kurdî. Ez carna ji xwe re dibêjim dê aliyekî vê meselê yî psîkolojîk hebe ku ew awayek ji reva ji kurdîtiyê yan ji kurdbûnê be! Yan jî mîna ku sofiyê mezin El Nifferî gotiye: Her ku wate û naverok mezin dibe, xeleka peyvên ku bikaribin derbibirrin tengtir dibe. Melayê Cizîrî eynî vê dibêje, lê ew jî vê yekê bi erebî dibêje: Hin wate hene ku lefz têra derbirrîna wan nakin. Bi her awayî, nivîsîna erebî eger sûc be nagihê asta giraniya sûcê bêdengîyê.

H. Duzen: Ev peyvên te, gotina Adorno ya meşhûr tîne bîra mirov ku gotibû piştî Holocaust helbest hew dikare bê nivîsandin. Ma erebî bi rastî jî zimanekî ewqas nezîh e ku tu dibêjî :“Min xwe avêt bextê zimanê erebî.“ Ma ne yek ji kujerên kurdiya şêrîn e, erebî?

J. Dost: Erebî ne kujer e, tirkî jî ne kujer e, ziman kujer nabin. Erê ew mîna afrîdeyên zindî ne lê hev nakujin. Ê ku zimanan dikuje siyaset e: Erebên misilman nêzîkî heşt sed salî li Ispanya man, lê nikaribûn zimanê ispanî bikujin- tesîr lê kirin ew zengîn kirin, belkî hin peyvên wan dane windakirin jî.

H. Duzen: Ma Spanî bi xwe gelek ziman li Amerîka Başûr nekujştin, her weha îngilîzî û Fransî gelek li tevahiya Afrîka yê?

J. Dost: Siyaseta kolonyalizmê ew ziman dane ber xwe û tune kirin. Wan berî zimanan qir bikin xelk qir kirin. Serdema herî zêrîn ya wêjeya kurdî, serdema osmanî bû, lê bi hatina kemalîzmê zimanê tirkî diranê xwe tûj kirin. Mewlana Xalidê Neqşebendî ji Silêmaniyê bû, helbestên tesewufê ên herî bilind bi faarisî nivîsîn, lê tercîha Nalî kurdî bû. Pêşdeҫûna zimanna di serî de girêdayî karekterê milletan e.

Bi her halî em vegerin mebesta pirsa te, dibe ku peyva Adorno hinekî ji bo min ne rast be, ewî gotibû piştî bûyerek wisa mezin divê bêdengî tenê besriv be, lê a min cûreyek ji hişҫûnê bû. Ez heta niha nehatime ser hişê xwe. Em hinekî dûrî hestên nasyonalîst biҫin emê bibêjin ku wêje wêje ye û ez teksteke berz î bi erebî li hev bînim ҫêtir e ji yeke qels î bi kurdî, berovajî jî rast e. Di nivîsîna Xwîna Li Ser Minareyê de, zerreyek hestên netewî jî li gel min nemabûn. Belkî kufra netewî serdest bû bêtir. 

H.Duzen: Tu ji bêndengiya nivîskarên Amûdê gazinan dikî. Mixabin hinek ji wan ne tenê bêdeng bûn. Qederê min dît di nav nivîskarên kurd de bi tevahî bêdengiyek berî bûyera û piştî bûyera Amûdê jî hebû. Ez bawer im ew bû sedem ku te berî bi çend mehekî gotara xwe „rewşenbîrên ne apocî yên bêdeng“ nivîsand.

J. Dost: Bêdengî diyardeyek e, reva ji berpirsiyariyê ye. „qûnqermiҫandina“ ji wezîfeyên rewşenbîriyê ye. Bi dîtina min bêdengî sûc e, eger edalet hebe rewşenbîrên bêdeng divê werin darizandin. Darizandina wan ne di salonên dadgehan de be, lê di gotaran û di fezayê internetê yê azad de be. 

H. Duzen: Tiştê min baş fam nekir, te gazin ji rewşenbîrên kurd ji “Swêdê heta bi Sidney” kiribû, lê belê ji dêv la ku tu vê gotûbêja balkêş di raya giştî de dom bikî, te piştî sêçar rojan di gotareke din de bahsa axaftina xwe ya 75 xulekî bi Hesenê Metê li ser telefonê kir. Ma ne te berî wê xwestibû ku deng derkeve û li pêşber raya giştî bê axaftin?

J. Dost: Ez ҫiqas bibêjim vala ye. Axaftina bi Hesenê Metê re dirêj kir, hin aliyên rast ên xweifadekirin wî hebûn, ez ҫima inkar bikim! Ya kêr ya penêr nabe kekê Husên. Camêr got: Bi nivîseke te ya di internetê de dibe ku ciwan hêrs dibin û germ dibin û dakevin kolanan û ev yek dibe sedemê kuştina wan, wê demê tu jî berpirsyarê kuştina wan î. Min ev qewl rast dît û min got rast e. Îca ez jî fêm nakim ka gelo ҫewtî di ku de ye! Min ne lêborîn ji kesekî xwestiye û ne jî ji peyvên xwe vegeriyame. Eger ez ew yek bama minê lêborîneke nivîskî biweşanda, tevî ku ez dizanim peyvên min sert û qelew bûn jî. 

H. Duzen: Bi min wisa tê ku tu baş li ber mebesta min neket. Ger em bixwazin rayeke giştî li dijî kuştina xwepêşderan û mirovên sivîl pêk bê, divê em eşkere li ser pirsgirêkên xwe biaxivin. Hinan ji wan nivîskarên ji Amûdê jî êvara bûyerê ji kesên ku bûyer şermezar dikirin xwestin ku bêdeng bin, ji ber ku şermezarkirin dikarîbû biba sedemê kuştinin din. Ma ne divê mirov di rewşên wisa de bi dengê bilind bibêje „Na!“ ?

J. Dost: Şermezarkirin tiştekî din e, şermezarkirin ferz e, ew nivîskar kî be jî ku di komkujiya Amûdê de bêdeng ma wek rewşenbîr tev negeriyan. Ez dizanim, mumkin e şermezarkirin tu encamên zû bi zû bi xwe re neyne, lê helwest divê bibe mohr û li vê qonaxa me bikeve. Xwîn were rijandin tu jî bêdeng bî ev ixaneta bi rewşenbîrîyê re ye.

H.Duzen: Piştî zêdeyî 2 salan şerê li Sûriye û bi tevahî vê dema ku rojeva kurdan li tevahiya Kurdistanê her germ e, li gor te çewtiya rewşenbîrên kurd a herî mezin çi bû?

J. Dost: Çewtiya wan î mezin ew bû ku hin ji wan di bin baskên partiyan de man, helwest nedan û bêdeng man. 

H. Duzen: Hinek jî ji dêvla helwesteke serbixwe yî kurdistanî destnîşan bikin, bêtir di bin bandora mixalefeta ereban de man.

J. Dost: Ez nizanim tu qala kê dikî. Lê li vir mesele ne kurdistanî ye. Bi baweriya min kurdistanîbûna gelê rojavayê kurdistanê bû bela li serê wan, hişt bi hezaran şehîdan li serê ҫiyayê Cûdî û Bagok û Agirî û Tendûrek û Şerefdînê û ҫiyayê Dêrsimê bidin. Dawî bû ҫi? Kurdistanîbûnê hişt bi hezaran kurdên rojava dev ji kar û bar û bav û dê û zanîngehên xwe berdin û bidin pê xewnekê ku dawî wek berfa di nav ava keliyayî de heliya! Helbet ên ku ketin bin bandora mixalefeta erebî jî ne kurdî fikirîne, divê kurdayetî li pêş be, em milletek in li Sûriyê û mafên me hene ku divê em bi dest bixin. 

H. Duzen: Beşekî berbiçav ji rewşenbîrên binxetê bawerî bi serketina artêşa azad li tevahiya Suriyê anîbû. Selîm Berekat, hîn di payiza 2012 de rexnenin tund li PYD kirin û got dê siberoj bi „destê artêşeke azad ya sûriyê“ bê çareserkirin. Balkêş bû ku di wê nivîsê de PYD wek „eşîreta kurdistanî“ bi nav kiribû. Peyva „eşîrî“ her ji bo tune dîtina an biçûkkirina tevgera kurd li her çar parçeyan hatiye bikaranîn. 

J. Dost: Artêşa Azad di destpêka avabûna xwe de hêviyek bû, hêviya gelê sûrî bû ku ji bin barê bindestiya partia Baas û malbata Asad derkevin, lê ew artêş hêdî hêdî lewitî û bû hedefa agendayên dewletên derdorê û rêxistinên tundrew. Ez yek ji wan kesên dstpêkê bûm ku min rexne li wan kir û got ev êdî artêşa suniyan e ne a sûriyan e. Em behsa S. Berekat jî bikin, helbet ev dîtina wî ne ya min e ku ez bibim piştevanê wî, lê ez dixwazim bibêjim ku şêweyê S. Berekat di nivîsê de weha ye ne ku bi wê mebesta te gotiye, anku tunedîtinaa tevgera kurdî, nivîsiye. Girêdana PYD a bi rejîmê re mixabin zêde eşkere û beloq e, nayê inkarkirin loma jî bû armanca êrîş û rexneyên tûj. Destbirakiya rejîmeke weke ya Sûriyê, tevî ku ji hêla partiyeke tenê ye jî, dê bibe lekeyeke dîrokî zû bi zû ji ser eniya kurdan naҫe.

H. Duzen: Tu ji bo siberojê çi dihizirî, ev têkiliya te û erebî dê dom bike, an tu ê dîsa vegerî nav refê xwe? 

J. Dost: Ez ji refan hez nakim, firra di nava refan de qijikan tîne bîra min, lê kurdî her wekî ez tim dibêjim rûhê min e, ev rûh jî birîndar bûye. Vegera li kurdî jî girêdayî rewşa min a derûnî ye û ez bi hêvî me ku ez li hêlîna xwe ya germ û xweş, kurdiya dayika xwe û bavê xwe û kolana xwe û evîna xwe ya yekem, zû vegerim.

H.Duzen: Sipas ji bo vê sohbetê, bi hêviya gelek berhemên nû.

J.Dost: Spas ji bo te jî û ji bo xwendevanên Basnewsê jî.

Nerîna min :